‛Rêveberiya Pêşxabûr daxwaznameyên derbasbûnê red dike’

Desteya Hundirîn a herêma Firatê piştrast kir ku rêveberiya dergehê Pêşxabûr nahêle kesek heta nexweş jî derbasî Başûrê Kurdistanê bibe û desteyê  bi redkirina daxwaznameyan tawanbar dikin da ku fitneyan çêke.

‛Rêveberiya Pêşxabûr daxwaznameyên derbasbûnê red dike’
6 kanûn, 2021   14:38
 KOBANÊ

Gerînendeya Nivîsgeha Vîzayê ya Desteya Hundirîn a herêma Firatê Lava Hemê ji ajansa me re têkildarî redkirina daxwaznameyên vîzayê axivî.

Lava Hemê wiha got: “Rêveberiya dergehê Pêşxabûrê, daxwaznameyan ji wan re dişînin, agahî û hejmara telefonên kesên ku dixwazin derbasî Başûrê Kurdistanê bibin berhev dikin. Piştre bi xwe bi wan kesan re diaxivin ku derbas bibin. Lê piştî ku welatî rûbereke dirêj qut dikin û digihînin dergehê, rêveberiya dergehê Pêşxabûr bi hinceta ew bi Rêveberiya Xweser re dixebitin nahêle derbas bibin."

Lava Hemê da zanîn ku ev kiryar di çarçoveya hewldanên derve ku fitneyan di navbera welatî û Rêveberiya Xweser derxin de pêk tên û ev tişt got: “Welatî rojane serî li desteyê didin û daxwaz dikin ku derbas bibin. Lê pirsgirêk ne li cem me ye. Desthildatên PDK`ê rê nadin û paşê Rêveberiya Xweser bi vê yekê tawanbar dike.”

Li gorî agahiyên ku ajansa me bi dest xistine, di 5 mehan de zêdetirî 600 daxwazname ji herêma Firatê hatina dayîn û hemû jî ji aliyê dergehê Pêşxabûr ve hatine redkirin.

Her wiha Lava Hemê diyar kir ku dergehê Pêşxabûr derbasbûna nexweşan jî bi taybet kesên ku ji ber tirsa girtinê nikarin biçin Şamê û Helebê ji bo dermankirin, red dike.

Di dawiyê de Lava Hemê bang li rêveberiya dergehê Pêşxabûr kir ku helwesta xwe bi awayekî eşkere nîşan bide, bihêle nexweş derbas bibin û dev ji tawanbarkirina Rêveberiya Xweser bi tawanên nerast berde.

(şx)

ANHA