Kongereya Star a herêma Firatê civîna xwe ya salane li dar xist

Koordînasyona Kongreya Star a herêma Firatê civîna xwe ya salane li dar xist û plansaziya sala bê danî.

Kongereya Star a herêma Firatê civîna xwe ya salane li dar xist
Kongereya Star a herêma Firatê civîna xwe ya salane li dar xist
Kongereya Star a herêma Firatê civîna xwe ya salane li dar xist
Kongereya Star a herêma Firatê civîna xwe ya salane li dar xist
Kongereya Star a herêma Firatê civîna xwe ya salane li dar xist
Kongereya Star a herêma Firatê civîna xwe ya salane li dar xist
Kongereya Star a herêma Firatê civîna xwe ya salane li dar xist
Kongereya Star a herêma Firatê civîna xwe ya salane li dar xist
4 kanûn, 2021   16:31
KOBANÊ

Di civînê de bi dehan endam û endamên rêveber ên koordînasyona Kongreya Star û endamên rêveber ên saziyên sivîl ên herêma Firatê amade bûn.

Civîn li Navenda Baqî Xido ya Çand û Hunerê ya Kobanê bi diruşma "Bi têkoşîna jina azad, em ê dagirkeriyê têk bibin û Rêber Apo azad bikin" li dar ket.

Civîn bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir, dûvre endama koordînasyona Kongreya Star a herêma Firatê Mizgîn Xelîl axivî, bi xêrhatina beşdaran kir û wiha got: "Armanc ji lidarxistina civînê ew e ku rewşa rêxistinî û kar werin nirxandin û plansaziya sala bê werin danîn da ku xebat werin pêşxistin û jin di civakê de werin birêxistinkirin û çare ji pirsgirêkên wan re werin dîtin."

Piştre Seroka Meclisa Jinan a Edaleta Civakî ya herêma Firatê Felek Yûsif perspektîfên rêber Abdullah Ocalan ên li ser jinan, çawaniya birêxistin û rizgarkirina wê ji zihniyeta mêrdestiyê xwendin.

Dûvre endama Qada Civakê ya Jinan a herêma Firatê Madlên Şêx Xidir rapora nirxandin rewşa siyasî ya herêmê rewşa jinan xwend.

Li ser rewşa jinan û rewşa rêxistinê Koordînatora Kongreya Star Madlên Şêx Xidir wiha got: "Tevî pêşketinên ku jinan di gelek aliyan de pêk anîne, lê hîna jî kelepçe kiriye û pêdiviya perwerdeyeke zêde heye ku ji mêrdestiyê were rizgarkirin."

Têkildarî nirxandina rewşên rêxistinî û kar a Kongreya Star a îsal Madlên Şêx Xidir da zanîn ku xebat heta astekê baş e û bi taybet hemleyên ku koordînasyonê tê de beşdar bûye, mîna hemleya "Dem dema azadiyê ye", "Na ji qirkirina jinan re", "Têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan", "Êdî komkujî û dagirkerî bes e" û"Dem dema parastina jinan û civaka azad e", li gel wê jî rewşa xebatê ya meclisên jinan ên saziyên sivîl ên herêma Firatê jî hat nirxandin.

Di dawiyê de Madlên Şêx Xidir rapora salane xwend û tê de gelek pêşniyar û biryar hebûn. Ji wan, " Divê li tevahî navçe û bajaran panel li ser (tundî, nijadperestiya zayendî, jiyana hevbeş û zanista cinsî) werin lidarxistin, dewreyên perwerde ji mêran re vekirin, divê li gundan ji mêr, jin û malbatan re dewreyên perwerdê werin vekirin, kargehên biçûk werin vekirin, komîteya koçberan were avakirin û komîteya dîplomasî were aktîfkirin.

Piştî rapora salane hat xwendin, endama Koordînasyona Kongreya Star a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Rîhan Loqo ev tişt got: "Divê destkeftiyên bi saya keda şehîdan û têkoşîna rêber Abdullah Ocalan hatine bidestxistin bi taybet destkeftiyên jinan werin parastin divê têkoşîn li hember şerê taybet ê li dijî gelê herêmê bi giştî û jinan bi taybet were xurtkirin."

Di dawiyê de beşdaran li ser rewşa rêxistinî ya jinan nîqaş kir û diyar kir ku divê pirsgirêkên li hember jinan ên di civakê de çêdibin, ji qetilkirin, sûc, tundiya cesedî, derûnî û hwd werin çareserkirin.

(fr)

ANHA