MSD'ê panelek li Minbicê li dar xist

MSD'ê bi navê "Rewşenbîr û asoyên çareseriya siyasî li Sûriyê" panelek li bajarê Minbicê li dar xist.

MSD'ê panelek li Minbicê li dar xist
MSD'ê panelek li Minbicê li dar xist
MSD'ê panelek li Minbicê li dar xist
MSD'ê panelek li Minbicê li dar xist
MSD'ê panelek li Minbicê li dar xist
MSD'ê panelek li Minbicê li dar xist
4 kanûn, 2021   16:08
MINBIC

Endamên saziyên sivîl, leşkerî, rewşenbîr, şêx û rûsiyên bajar û gundewarê Minbicê beşdarî panelê bûn ku li xwaringeha Dahiyet El-Nisûr a aliyê rojavayê bajarê hate lidarxistin.

Di panelê de rewşa siyasî ya herêmê û rola rewşnbîran di çareseriya siyasî ya li Sûriyê de hatin nîqaşkirin.

Panel bi deqeyeke rêzgirtin dest pêk kir. Paşê cîgirê serokatiya Desteya Rêveber a MSD'ê Elî Rehmûn rewşa siyasî li Sûriyê û rola MSD'ê di çareserkirina aloziya Sûriyê de şîrove kirin.

Rehmûn got: "MSD'ê hewl dide dosyaya siyasî li ser maseyê deyne, dosaya siyasî ya Sûriyê di qada navneteweyî û herêmî de hatiye pêçandin. Rûsya û rejîm hewl didin mîna Derayê çareseriyên li gorî xwe li herêmê pêk bînin. Dema ku nikarîbûn vê yekê pêk bînin, hewl dan derew û îdiayan belav bikin."

Elî Rehmûn destnîşan kir ku MSD'ê gelek gav ber bi çareseriya siyasî ve avêtin û teqezî bi diyalogên niştimanî di navbera hemû aliyên sûrî de û bi sponseriya navneteweyî dike.

Piştî nirxandina rewşa siyasî, beşdaran jî nêrînên xwe û rêbazên çareserkirina aloziya Sûriyê parve kirin. Beşdaran diyar kirin ku ji ber destwerdanên gelek dewletan, bêyî hebûn û alîkariya dewletên bihêztir, aloziya Sûriyê çareser nabe, her wiha divê tevahî sûrî rola xwe di çareseriya siyasî de bilîzin.

Hevseroka Komîteya Çand û Hunerê ya Minbicê Roz Îshaq rola rewşenbîran û asoyên çareseriya siyasî ya Sûriyê şîrove kir.

Roza Îshaq bal kişand ser rol û helwesta rewşenbîran a heyî û bandora aloziya Sûriyê li çîna rewşenbîran. Her wiha behsa rola wan di yekirina xebat û nêrînên bi armanca çareserkirina aloziya Sûriyê kir.

Beşdaran li ser mijara duyemîn a panelê nêrînên xwe anîn ziman ku diyar kirin ku bi beşdarbûna pêkhateyan çareserkirina aloziya Sûriyê pêkan e.

ANHA