Piştî astengiyên PDK’ê Dayikên Aştiyê protesto kir

Piştî astengiyên PDK'ê, Dayikên Aştiyê di bin konê çalakiyê yê li deriyê Sêmalkayê de protesto kirin.

Piştî astengiyên PDK’ê Dayikên Aştiyê protesto kir
4 kanûn, 2021   17:08
QAMIŞLO

Dayikên Aştiyê berê xwe da deriyê Pêşxabûr da ku peyamekê radestî desthilatên Başûrê Kurdistanê bikin ku cenazeyên gerîla Raman û Cûdî ku di kemîna PDK’ê de li Xelîfanê şehîd bûbûn wergirin.

Piştî PDK’ê rê neda Dayikên Aştiyê ku derbasî aliyê din ê deriyê Sêmalkayê bibin, dayikan di bin konê çalakiyê de ku Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Cizîrê ji 5’ê Cotmehê ve vedaye, protesto kir.

Dayikên Aştiyê teqez kir ku ew ê çalakiyên xwe li deriyê Sêmalkayê berdewam bikin heta cenazeyên şehîdan radestî malbatên wan werin kirin.

(fr)

ANHA