PDK`ê peyama Dayikên Aştiyê red kir û nehişt nûçegihanê me bişopîne

PDK`ê peyama Dayikên Aştiyê yên ku beşdarî çalakiya li pêşiya dergeha Sêmalkayê bûne, red kir û rê neda nûçegihanê me rewşê bişopînin.

PDK`ê peyama Dayikên Aştiyê red kir û nehişt nûçegihanê me bişopîne
4 kanûn, 2021   14:57
QAMIŞLO

31 Dayikên Aştiyê berê xwe dan dergeha Sêmalkayê û banga radestkirina cenazeyên şehîd Tolhildan û Raman û Serdem Cûdî kirin. Her du gerîla li herêma Xelîfanê di kemîna çekdarên PDK`ê de gihaştin asta şehadetê.

Hêzên PDK`ê êrişî nûçegihanê me kir û nehişt dîmenê Dayikên Aştiyê dema hewl didan derbasî Pêşxabûr bibin, bikişîne.

Hêzên PDK`ê red kir ku peyama Dayikên Aştiyê radestî hikumeta Başûrê Kurdistanê bike.

Di peyama Dayikên Aştiyê de banga radestkirina cenazeyên her du şehîdan Tolhildan Raman û Serdem Cudî li PDK'ê hate kirin.

Ji ber vê helwesta hêzên PDK'ê, Dayikên Aştiyê li ser pireya di navbera Başûr û Rojava Kurdistanê de çalakiyek li dar xist û rê li ber trafîkê girtin.

Dayikên Aştiyê diyar kirin ku ew ê çalakiyan li pêşiya dergeha Pêşxabûrê li ser pireya di navbera Rojava û Başûr de berdewam bikin heta ku cenazeyên şehîdan werbigirin.

Ev cara sêyemîn e ku Dayikên Aştiyê tev li çalakiya banga radestkirina cenazeyên her du şahîdan dibin û PDK`ê banga wan red dike.

(eh)

ANHA