Li Kobanê şahiyek ji bo astengdaran hate lidarxistin

Bi boney Roja Astengdaran a Cîhanê Navenda Astengdaran a Herêma Firat şahiyek li dar xist.

Li Kobanê şahiyek ji bo astengdaran hate lidarxistin
Li Kobanê şahiyek ji bo astengdaran hate lidarxistin
Li Kobanê şahiyek ji bo astengdaran hate lidarxistin
Li Kobanê şahiyek ji bo astengdaran hate lidarxistin
4 kanûn, 2021   14:12
KOBANÊ

li Navenda Astengdara a li bajarê Kobanê bi beşdarbûna gelek kesayetên siyasî yên herêma Firat, nûnerên Rêveberiya Xweser û endamên navendê hat lidarxistin.

Piştî deqeyek rêzgirtin, hevserokê Navenda Astengdaran a Herêma Firat Heyder Mehmûd axivî û bang li civakê kir ku bi çavê rehmê li astengdaran nenihêrin û mîna ku ew li ser civakê bar in.

Heyder Mehmûd got: “Me di hişê xwe de çandiye ku kesên astengdar nikarin kar bikin û divê di mal de bimînin. Ev pirsgirêkeke mezin e, ez hêvî dikim ku ev têgeh ji holê  rabe.”

Hevseroka Rêxistina Tîrêj a Astengdaran Emîra El-Elî diyar kir ku kesên astengdar ji hemû aliyan ve azaran dikşînin û pir caran malbat wan vedişêrin, ji ber wê bang li malbatên wan kirin xwedî berpirsyariyên mirovî bin.

Piştre Desteya Karûbarên Civakî ya Herêma Firat, Rêxistina Tîrêj ji ber xebatên ji astengdaran re pêşkêş kirine, xelat kir.

Endamê Navenda Astengdaran şanoyek pêşkêş kir, azar û nameyên wan ji civakê re nîşan da, hin helbest pêşandan û şahiyek li dar xist.

Li gorî daneyên Rêxistina Tîrêj, li herêma Firat niha derdora 3 hezar û 500 astengdar hene, jê hezar û 650 tenê li bajarê Kobanê me.

Hêjayî gotinê ye ku Neteweyên Yekbûyî (NY) 3'yê Kanûna 1992'an Roja Astengdaran a Cîhanê diyar kir.

(dm)

ANHA