Meclisa Jinan a Sûriyê panelek li ser tundiya li ser jinan li dar xist

Meclisa Jinan a Sûriyê bi beşdarbûna mêran, panelek li ser tundiya li ser jinan li dar xist.

Meclisa Jinan a Sûriyê panelek li ser tundiya li ser jinan li dar xist
Meclisa Jinan a Sûriyê panelek li ser tundiya li ser jinan li dar xist
Meclisa Jinan a Sûriyê panelek li ser tundiya li ser jinan li dar xist
Meclisa Jinan a Sûriyê panelek li ser tundiya li ser jinan li dar xist
4 kanûn, 2021   15:40
QAMIŞLO

Panel bi navê "Çima tundî li ser te tê meşandin" li xwaringeha Mêrî Land a  li bajarê Qamişlo hate lidrxistin. Kesyetên serbixwe yên ku piştgiriyê didin çareserkirina pirsgirêk jinan, rewşenbîr, siyasetmedar, rojnamevan, berpirsên Rêveberiya Xweser, nûnerên êl û rûspiyan beşdarî panelê bûn. Panel ji aliyê koordîntora giştî ya Meclisa Jinan a Sûriyê Lîna Berekat ve hate birêvebirin.

Panel bi pirsa "Çima tundî li ser te tê meşandin" dest pê kir.

Beşdaran diyar kirin ku di civaka rojhilat û dewletên pêşketî de zihniyeta baviksalarî serwer e û gotin: "Heger jin xwendî û xwe perwerde kiribe dê xwe ji her tiştî rizgar kiriba."

Her wiha diyar kirin ku bêyî guhertina zihniyeta civakê tundiya li ser jinan  bi dawî nabe.

Beşdarekî got: "Ez di malê de xwediyê desthilatê me, lê tundî li ser min tê meşandin, sedema vê yekê adet û urfên civakî û zextên kar in. Ji ber vê yekê ez her tim bi xwe re di nav nakokiyan de me."

Beşdaran diyar kirin ku dema tecawiz li jinekê tê kirin, civakê lomê li mêr dike û parastina"şerefê" dixin mijarê. Her wiha anîn ziman ku divê dawî li têgehên şaş ên di divakê de were anîn.

Beşdaran destnîşan kirin ku civakê mêr teşwîq dike ku tundiyê li ser jinan bimeşîne, pirsgirêk ne girêdayî azadiya jinan û mafên wan tenê, di heman demê de girêdayî sererastkirina zihniyeta civakê ya ku zilmê li jin û mêr herduyan dike.

Beşdaran diyar kirin ku heger jin azadî û mafên xwe vegerîne dê adet û zihniyeta civakê biguhere.

Têkildarî çalakiyên 25'ê Mijdarê, koordînatora giştî ya Meclisa Jinan a Sûriyê Lîna Berekat ji ANHA'yê re axivî û got: "Me ev çalakî li dar xist û mêr jî vexwendin da ku sedemên tundiya li ser jinan nîqaş bikin."

Lîna Berekat diyar kir ku pirsgirêka tundiya li ser jinan pirsgirêka civakê ye, ne tenê girêdayî jinan, di heman demê de girêdayî mêran e  û wiha domand: "Ji ber vê yekê divê nîqaş û diyalogên cidî li ser vê mijarê hebin da ku diyardeya tundiyê bi dawî bibe."

Lîna Berekat her wiha destnîşan kir ku gelek faktor di çareserkirina pirsgirêka tundiya li ser jinan de rola xwe dileyizin û da zanîn ku ev pirsgirêk cîhanî ye û ne tenê li erdnîgariyekê an herêmek diyarkirî heye. Lîna Berekat got: "Em dixwazin bibin beşek ji têkoşîna cîhanî ya rizgariya jinan."

Koordînatora giştî ya Meclisa Jinan a Sûriyê Lîna Berekat di dawiya axaftina xwe de got: "Piraniya nîqaşan li ser rewşa aborî, civakî û perwerdeyê bûn. Di van nîqaş de me diyar kir ku pirsgirêk giştî ye û ne girêdayî aliyekî tenê ye. Ev pirsgirêk heman demê girêdayî mêran, ji ber ku xwedî roleke bi bandor in û tundiyê li ser jinan dikin."

ANHA