Li paytexta Sûriyê Şamê dengê teqînekê hate bihîstin

Li Şamê dengê teqînekê hat bihîstin, lê heta niha nayê zanîn bê ka tatbîqatên leşkerî ne yan teqîn e.

Li paytexta Sûriyê Şamê dengê teqînekê hate bihîstin
4 kanûn, 2021   13:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku teqîneke mezin li paytexta Sûriyê Şamê pêk hatiye. Lê heta niha sedemên wê nehatine zanîn.

Rojnameya El-Watan ku agahiyên xwe dispêre ragihandina fermî ya Sûriyê, ragihand ku dengê ku li derdora bajarê Şamê hatiye bihîstin ji ber rahênanên leşkerî bû.

Li gorî ragihandina fermî, di 20'ê Cotmehê de, du teqîn otobîseke hêzên hikumeta Şamê li ber Pira El-Reîs a li navenda Şamê kirin armanc. Di encamê de kuştî û birîndar çêbûn.

Ajansa fermî ya nûçeyan SANA`yê ragihand ku di encama wan teqandinan de, 14 kes hatin kuştin û gelek kesên din jî birîndar bûn.

(dx)