Komîteya Perwerdeyê ya Tebqayê civîna xwe ya salane li dar xist

Komîteya Perwerdeyê ya Tebqayê civîna xwe ya sala 2020/2021`an li dar xist û li ser xebatên komîteyê di sala borî de û çawaniya derbaskirina astengiyan nîqaş kir.

Komîteya Perwerdeyê ya Tebqayê civîna xwe ya salane li dar xist
4 kanûn, 2021   13:35
TEBQA

Civîn li Navenda Çandê ya Tebqayê bi amadebûna endamên Komîteya Perwerdeyê ya Tebqayê, şandeyeke Desteya Perwerdeyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê û nûnerên komîteyên perwerdeyê yên Reqa û Minbicê, hate lidarxistin.

Di civînê de li ser navê Rêveberiya Sivîl a Demokratîk hevseroka Meclisa Rêveber Hind El-Elî axivî û lidarxistina civîna salane ya Komîteya Perwerdeyê pîroz kir û destnîşan kir ku birêveçûna guncewa a pêvajoya perwerdeyê dê bi civakeke perwerdekirî bi encam bibe ku ew pêkhateyên wê karibin xwe û civaka xwe bi xwe bi rêve bibin.

Piştre senevîzyonek derbarê xebatên Komîteya Perwerdeyê yên sala borî de hate pêşendan, di nav de avakirina polên dibistanan li gundewarên dûr û vekirina kursên perwerdeyê ji bo mamosteyan.

Hevserokê Komîteya Perwerdeyê ya Tebqayê Mihemed El-Hemûd felsefe û rêbazê perwerdeyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê şîrove kir. Piştre ji rêveberên Nivîsgeha Rêveberiya Komîteya Perwerdeyê ya Tebqayê Ehmed Yûsif rapora salane ya xebatên komîteyê di sala borî de xwend.

Di dawiya civîn de, beşdaran li ser pêşketina rêbazên perwerdeyê, rêbazên pêşdebirina perwerdeyê û derbaskirina hemû astengiyên ku rê li ber vî karî digirin, nêrînên xwe pêşkêş kirin.

(dx)

ANHA