‛Serketina gerîla ji bo gelê Kurd serketineke dîrokî ye'

Hevseroka PYD’ê ya Kobanê Nesret Derwîş da zanîn ku her serkeftineke gerîla, ji bo gelê Kurd serkeftineke dîrokî ye û banga xwedîderketina li berxwedana gerîla kir.

‛Serketina gerîla ji bo gelê Kurd serketineke dîrokî ye'
3 kanûn, 2021   01:46
KOBANÊ-MEYSA EKARÎ

Dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê yên Başûrê Kurdistanê berdewam dike û di van êrişan de hemû çekên giran û yên kîmyewî bi kar tîne. Li hemberî vê gerîlayên azadiyê berxwedaneke bê hempa raber dikin û li herêmên Werxelê û Tabûra Ereban derbên giran li dagirkeran dan û ew neçar kirin ku ji herêmê vekişin.

Li ser vê yekê Hevseroka Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) a kantona Kobanê Nesret Derwîş berxwedana gerîla ya li çiyayên Kurdistanê silav kir û wiha got: "Çûna gerîla li çiyayên Kurdistanê û hilgirtina çekê ji bo bidestxistina mafên gelê Kurd, pêkanîna azadî û rizgarkirina wî ji siyaseta qirkirinê ye."

Nesret Derwîş wiha domand: "Zarokên me bi çekên sivîk li hember êrişên  hovane yên dewleta Tirk ku balafir û çekên kîmyewî bi kar tîne, li ber xwe didin. Lê tevî wê hovîtiyê jî gerîla, dewleta Tirk a ku hewl dide gelê Kurd li herêmên mîna Garê û hwd qir bike, têk bir."

Nesret Derwîş ev tişt got: "Tevî ku faşîzma Tirk hewl dide desthilatiya xwe bi êrişên li dijî gelê Kurd berdewam bike, lê bi têkçûnên dûbare re di rewşa alozî û krîza hundirîn dijî ku dibe ku wê û desthilatiya wê bi dawî bike."

Nesret Derwîş ev li gotina xwe zêde kir: "Di demên borî de li piranî bajarên Kurd ên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê xwepêşandan hatin lidarxistin. Di xwepêşandanan de banga îstîfakirina AKP’ê û serokê wê Erdogan ji ser desthilatê kir, da ku welatî bi azad û rûmet li welatê xwe bijîn."

Nesret Derwîş destnîşan kir ku dewleta Tirk ne tenê rûbirûyî krîzên hundirîn e, di heman demê de krîzên wê yên derve jî hene, çi bi dewletên cîran an jî bi dewletên din re. Ev yek jî nîşane ye ku dewleta Tirk di krîzên hundirîn û derve de dijî û dê binketin û têkçûnên wê li çiyayên Kurdistanê wê têk bibe.

Nesret Derwîş diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker nikare hêzên gerîla û gelê Kurd têk bibe û got,  ji ber her ferdek gerîlayek e û her kurdek piştevaniya berxwedana gerîla dike.

Di dawiyê de Nesret Derwîş bang li gelê Kurd, bi taybet ciwanan kir ku tev li berxwedana gerîla bibin û piştevaniya Pêngava Cenga Şoreşgerî ya Xabûrê ya li çiyayên Kurdistanê bikin û li hember dagirkeriya Tirk her çar parçeyên Kurdistanê bibin yek û diyar kir ku her serkeftina hêzên gerîla ji bo gelê Kurd serkeftineke dîrokî ye.

(dm)

ANHA