Ochy Curiel Pichardo: Ez heyrana têkoşîna jinên Rojava me

Hunermend Ochy Curiel Pichardo peyama hevgirtin û piştgiriya ji jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re şand û diyar kir ku têkoşîna wan ne tenê ji bo jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye, lê ji bo tevahiya gelên cîhanê ye.

Ochy Curiel Pichardo: Ez heyrana têkoşîna jinên Rojava me
3 kanûn, 2021   02:50
NAVENDA NÛÇEYAN – CÎHAN BÎLGÎN

Jinên cîhanê di çarçoveya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan de çalakiyên xwe didomînin. Dirûşma "Jin jiyan azadî" ji Kurdistanê heta Meksîka, Brîtanya û Swîsreyê bûye dirûşmeke global û îsal jî li ser zimanê jinan û pankartên wan cihê xwe girt.

Şoreşa jinan a Rojava nîşan dide jiyaneke cuda pêkan e. Her sal tundiya li ser jinan giran dibe û daneyên di vî warî de jî roj bi roj zêdetir dibin lê li Rojavayê Kurdistanê jin xwedî li şoreşê derdikevin.

Profesora femînîst a jiDomînîkê û hunermend Ochy Curiel Pichardo jî yek ji wan jinan e ku bi avakirina tifaqan dixwaze şoreşa jinan a Rojava li her dera cîhanê belav bike.

Ochy Curiel Pichardo ji ANHA'yê re axivî û heyraniya xwe ji têkoşîna jinan a li Bakur û Rojhilatê Sûriyê re anî ziman û destnîşan kir ku şoreşa jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo rizgariya jinan pir girîng e.

‘QONAXEKE GIRÎNG BÛ’

Ochy Curiel Pichardo diyar kir ku qetilkirina xwişkên Mirabal ne tenê bandor li Komara Domînîkê kir, her wiha li gelek deverên cîhanê jî kir û destnîşan kir ku ev yek ji bo redkirina dîktatoriyê qonaxeke girîng bû.  Ochy Curiel Pichardo got piştî kuştina Trujillo, xwişkên Mirabal bûne mînaka têkoşîna li dijî neheqiyên li welêt û bi taybetî jî gelê Domînîkê.

Ochy Curiel Pichardo got gel û jinên Domînîkê berî û piştî xwişkên Mirabal jî şer kiriye û diyar kir ku gel ji destpêkê ve li dijî pergala koletî û mêtingeriyê bû û piştî xwişkên Mirabal civakên xizan û yên Afro-Domînîk jî li dijî desthilat û tundiyê serî hildaye.

Ochy Curiel Pichardo destnîşan kir ku divê têkoşîn ne tenê li dijî cînayetên jinan be û wiha axivî: "Di nava kesên qetilkirî de jinên reşik, jinên xwecih, xizan û her wiha pêşengên civakî jî hene. Divê li dijî hemû zextan têkoşîn hebe. Pêwîstiya gelan bi têkoşîneke hevpar heye."

Ochy Curiel Pichardo ji bo jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê peyama hevgirtin û piştevaniyê da û got ev têkoşîn ne tenê ji bo jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye, lê ji bo hemû gelên cîhanê ye û wiha dewam kir: "Ez dixwazim heyraniya xwe ya ji bo têkoşîna wan, bînim ser ziman. Bi dîtina min ev yek ji bo projeyeke rizgariyê gelekî girîng e."

Ochy Curiel Pichardo diyar kir ku ew cîhaneke wisa dixwazin ku lê nîjadperestî, çînperestî û netewperestî tune be û got:  "Ez cîhaneke ku girîngiyê dide kollektîvîzmê û afirandina civakê, dixwazim. Cîhaneke ku muzîk, helbest û huner, zanist û hilberîn jî li navenda wê bin. Ji ber vê yekê her roj tê dikoşim."  

OCHY CURIEL PICHARDO KÎ YE?

Li Komara Domînîk ji dayik bû û niha li Kolombiyayê dijî. Ew femînîst, akademîsyen, nivîskar, stranbêj û antropologa civakî ye. Di Koma Perwerde û Çalakiyên Femînîst a Amerîkaya Latîn (GLEFAS) de cih digire. Her wiha li Zanîngeha Neteweyî ya Kolombiyayê û Zanîngeha Javerianayê profesor e.

ANHA