ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 02-12-2021

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 02-12-2021
2 kanûn, 2021   00:00

-Nivîsgeha Kombûna Jinan a Zenûbiya ya Minbicê daxuyaniyekê têkildarî teqîna terorî ya li dijî welatiyên Minbicê dide. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Malbata Yusif Mistefa Hisên a efrînî ya ji 8 ferdan pêk tê bi buhaneyên derew hate revandin û hîna çarenûsa wan ji 5 mehan ve ne diyar e. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Rêbazên hovane yên dewleta Tirk a bi serkêşiya hikumeta AKP-MHP a faşîst û polîtîkayên wê yên qirkirin û tunekirinê yên li dijî gelê Kurd, nîşan didin ku AKP ketiye qonaxa hilweşînê. (BI WÊNE)

- Endama Kombûna Jinan a Zenûbiya Şehrezad El-Casim der barê tedbîrên keyfî yên ku dewleta Tirk a dagirker li dijî rêber Abdullah Ocalan girtine de, nerazîbûna xwe nîşan da û got: "Em ê li pêşiya hemû kesên ku şerê rêber Abdullah Ocalan û fikrê wî dikin, bisekinin." (BI WÊNE)

POLÎTÎKA

- Lêkolînera zanistên siyasî ya misrî Dr.Fernaz Atiye Ehmed diyar kir ku hevbendiya ereb-kurd ji her du aliyan re xwedî girîngiyeke dualî ye. Ji aliyekî ve destwerdana Tirkiyê di kar û barên dewletên ereb de û dagirkirina xakên wê radiwestîne û ji aliyekî din ve jî destekê dide Kurdan da ku xaka xwe ya ku dewleta Tirk dagirkiriye vegerînin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

KURDISTAN

- Dr. Amber Huff diyar kir ku ji bo ku li Rojhilata Navîn aştî û demokrasiyê pêk bê, divê PKK ji lîsteya terorê ya YE û Brîtanyayê bê derxistin û got "Dewleta Tirk ji bo ku civakê terorîze bike hiştina PKK’ê di 'lîsteya terorê' de, bi kar tîne." (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Gelek şêniyên Kobanê gotin "Divê gerîla bi ewle bin em heta nefesa dawî li pişt wan in û kedên wan badilhewa naçin. Di demekê de ku  serkeftinê nêz e divê gelê Kurd li dora gerla bicivin." ‎(BI WÊNE Û DÎMEN)

CÎHAN

- Piştî şerê dawî metirsiya gelê Xezayê zêtir bûye, ji ber malên wan hema bêje kavilkirî ne û binesazî hatiye wêrankirin, li ser vê yekê demsala zivistanê ji bo malên feqîrên li Xezayê wekî kabûsekê ye. (BI WÊNE)

ÇAND Û HUNER

-Yekitiya Rewşenbîrên herêma Cizîrê û di çarçoveya çalakiya "Roja pêncşemê ya çandî ya dewrî" semînerekê li Parka Xwendinê ya Hesekê li dar dixe. Dr.Taha Hisên semînera bi sernava "Korona û nêrînên pêşerojê ya parastinê" bi rê ve dibe. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA