Rojnameyên erebî: Dibe ku hilbiartinên Lîbya werin taloqkirin

Rojnameyên erebî yên vê sibehê têkildarî îhtimala taloqkirina hilbjiartinên Lîbyayê, rewşa Sûdanê û têkiliyên Siûdiyê û Talîbanê nivîsîn.

Rojnameyên erebî: Dibe ku hilbiartinên Lîbya werin taloqkirin
Rojnameyên erebî: Dibe ku hilbiartinên Lîbya werin taloqkirin
Rojnameyên erebî: Dibe ku hilbiartinên Lîbya werin taloqkirin
2 kanûn, 2021   08:15
NAVENDA NÛÇEYAN

JI BER SEDEMÊN EWLEHIYÊ..DIBE KU HILBIJARTINÊN LÎBAYAYÊ WERIN TALOQKIRIN

Rojnameya Şerq El-Ewsat di rewşa Lîbyayê de wiha nivîsî: “Hikûmeta Lîbyayê bi serokatiya Ebdulhemîd El-Debîbe rê li îhtimala taloqkirina hilbijartinên serokatiyê vekir ku tê payîn dawiya vê mehê werin lidarxistin. Ruxmî ku NY`yê soza pêşkêşkirina alîkariya pêwîst ji bo lidarxistina hilbjiartinan di dema wê de, daye. Li aliyekî din jî, dadgeha Terablusê îtirazên ku li dijî namzetiya El-Debîbe hatine pêşkêşkirin, red kirin.

Wezîrê Karên Hundirîn Xalid Mazin hişyarî da ku berdewamkirina astengkirina plana ewlehiyê ya ji bo parastina hilbjiartinan hatiye danîn û zêdebûna binpêkirin û zêdegaviyan dê zirarê bide hilbijartinan û dibe ku di dema xwe de pêk neyên.

Li aliyekî din, serokê şandeya NY`yê Jan Kubis beriya du rojan di civîna xwe ya bi Mazin re soz dabû ku alîkariya pêwîst bide wezaretê da ku erkên xwe pêk bîne û hilbijartin di wexta xwe de pêk werin.

Mazin diyar kiribû ku serxistina hilbijartinan berpirsiyariya gelê Lîbyayê ye.

Balyozê Yekitiya Ewropayê (YE) Jose Sabadell jî piştrast kir ku dê piştgiriya navneteweyî ji bo pêkanîna xeyalên gelê Lîbyayê di hilbijartinan de, dewam bike.

Çavkaniyekî ji Komîseriya Hijbijartinan ragihandibû ku eger qonaxa îtirazan dereng bimîne, dibe ku hilbijartin werin taloqkirin. Her wiha got dibe ku komîserî ji bo diyarkirina demeke nû ji bo hilbijartinan pêşniyarekê pêşkêşî parlamantoyê bike.

El-Debîbe jî biryara dadgeha Terablusê ya redkirina îtirazên li dijî namzetiya wî di hilbijartinên serokatiyê yên bê de, erênî nirxand û li ser Twittera xwe wiha nivîsî: “24`ê Kanûnê..me destpê kir û em berdewam in.”

Li aliyê din jî, fermandarê berê yê artêşa Lîbyayê Xelîfe Hefter li hemberî qebûlkirina îtirazan ji aliyê dadgeha El-Zawiyê ve, bêdeng ma. Lê belê hin kesên nêzî Hefter gotin ku hikumê dadgehê “ne qanûnî ye”.

HEMDOK MAYÎNA LI SER PEYWIRA XWE BI PÊKANÎNA PEYMANA SIYASÎ VE GIRÊ DA

Der barê karûbarên Sûdanê de rojnameya El-Beyan wiha nivisî: "Çavkaniyekî nêzî serokwezîrê Sûdanê Abdullah Hemdok roja çarşemêa piştrast kir ku Hemdok beyî pêkanîna peymana siyasî ew ê di erka xwe de nemîne, peymana ku bi artêşê re îmze kiriye û li gorî wê û bi lihevkirina bi hêzên siyasî re, vegeriya ser erka xwe.

Hemdok biryarek da ku li şûna parlamenterên berê yên ku artêşê erkdar kirine, parlamenterên nû werin erkdarkirin, lê wezaretên malî, hikuma federal û ragihandin ne di nav de ne.

Komîteya Bijîşkan a Navendî ya Sûdanê got ji ber bombeyên gazê û yên deng roja sêşemê 98 kes birîndar bûne.

GELO EREBISTANA SIÛDÎ WÊ TÊKILIYAN BI TALÎBANÊ RE NORMALÎZE BIKE?

Têkildarî mijarê, rojnameya El-Ereb wiha nivisî: “Piştî çend rojan ji banga lidarxistina kongrayeke îslamî ya awarte ji bo nîqaşkirina rewşa mirovî li Efganistanê, Erebistana Siûdî balyozxaneya xwe ya li Kabulê ji nû ve vekir. Ev her du gav pirsan zêde dikin bê ka Erebistana Siûdî wê desthilata Talîbanê li welêt nas bike ya na?

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya hikumeta Talîbanê Ebdulqehar Belxî li ser hesabê xwe Twitterê got: “Tîmeke dîplomatîk ku ji 14 endamên balyozxaneya Erebistana Siûdî pêk tê, çarşemê vegerî Kabulê û ji nû ve dest bi meşandina xebatan kir.”

Çavdêr dibînin ku li metirsiyên cidî yên Erebistana Siûdî li ser xirabbûna rewşa Efganistanê hene, her wiha destnîşan dikin ku Riyad siyaseta normalîzekirina têkiliyan li ser qonaxan bi awayekî fermî bi Talîbanê re dimeşîne.

 )cx-şx(