Li Hecînê firinek hat vekirin

Ji bo peydakirina nan ji şêniyên bajarokê Hecînê û herêmên girêdayî wê re, Şaredariya Gel a Hecînê firina Hewama vekir.

Li Hecînê firinek hat vekirin
1 kanûn, 2021   15:37
 DÊRAZOR

Ji ber aloziya firinên taybet li gundewarê rojhilatê Dêrazorê, Şaredariya Gel a Hecînê firina Hewame vekir.

Firin li taxa Hewame li ser rêya giştî ye. Nan ji bo 35 hezar heta 40 hezar şêniyên bajarokê û herêmên derdorê re peyda dike.

Xebatên avakirina firinê, di 1`ê Îlona 2020`an destpê kiribûn.

/ar/uploads/files/2021/12/01/141219_htymy-allwhh.webp

Di vî warî de hevserokê Şaredariya Gel a Hecînê Hetîmî El-Lewha got: “Şêniyan parçeyek erd bi rûbera 400 metre kab ji şaredariyê re pêşkêş kir. Me jî firin bi rûbera 250 metrekab bi lêçûna 27 hezar dolar firinek li ser ava kir. Ji ber pirsgirêkên aborî û bihabûna madeyên avakirinê yên bingehîn, tevî pandemiya koronayê, xebatên vekirina firinê dereng man.”

Hetîmî El-Lewha bi bîr xist ku piştî bidawîkirina xebatên avakirina firinê, Desteya Xizmetguzariyê ya Giştî ya Dêrazorê alavên pêwîst bi lêçûna 40 hezar dolarî ji firinê re pêşkêş kirin.

/ar/uploads/files/2021/12/01/141242_dsc_0045.webp

Piştî bidawîbûna xebatên avakirinê di 23-2-2021`an de, Rêveberiya Xweser rojane 3 ton erd ji firinê re pêşkêş dike. Firin ji hefteyekê ve hatiye xebitandin.

Rojane 11 karker ji saet 2:00`yan piştî nîvê şevê kar dikin. Piştre ji saet 5:00`an berbanga sibê heta 11:00`an nîvro bi çavdêriya Şarederiya Gel û malbatên Şehîdannan tê belavkirin.

 (şx)

ANHA