Partiya Pêşxistin û Guhertina Demokratîk a Nîştimanî li Hedadiyê nivîsgeha xwe vekir

Partiya Pêşxistin û Guhertina Demokratîk a Nîştimanî li bajarokê Hedadiyê û bi beşdariya nûnerên partî û saziyên li herêma başûr, nivîsgeha xwe vekir.

Partiya Pêşxistin û Guhertina Demokratîk a Nîştimanî li Hedadiyê nivîsgeha xwe vekir
1 kanûn, 2021   15:34
HESEKÊ

Di merasîma vekirina nivîsgehê de bi navê sekreteriya giştî ya partiyê Fatme El-Ferec axivî û got: "Em vekirina nivîsgeha Hedadiyê pîroz dikin."

Paşê endamê sekreteriya giştî ya partiyê Ugla Seîd axivî û vekirina nivîsgehê pîroz kir. Ulga spasiya şêniyên herêmê kir ku fikireya vekirina nivîsgehê û armancên wê bi kêfxweşî qebûl kirin.

Ugle di dawiyê de got: "Em baweriya xwe bi pirrengiyê tînin û em ê li dijî nijadperestiyê û mezhebperestiyê yek dest bin, da ku hebûneke nîştimanî û demokratîk were avakirin ku hêviyên gelê me pêk bîne."

Di dawiya merasîma vekirinê de, partî û saziyên navçeyê vekirina nivîsgehê li endamên wê pîroz kir.

(eh)

ANHA