Meclisa Jinan a Kobanê civîna xwe ya salê li dar xist

Îro Meclisa Jinan a Kobanê civîna xwe ya salane ya 4`an li dar xist. Civîn bi diyarkirina 3 plansaziyan bidawî bûn di nav de serdana komînan, aktîfkirina rola jinan di komînan de, ji nû ve sazkirina nivîsgehên jinan û lidarxistina civînên asayî yên taybet ên jinan di komînan de.

Meclisa Jinan a Kobanê civîna xwe ya salê li dar xist
Meclisa Jinan a Kobanê civîna xwe ya salê li dar xist
Meclisa Jinan a Kobanê civîna xwe ya salê li dar xist
Meclisa Jinan a Kobanê civîna xwe ya salê li dar xist
1 kanûn, 2021   16:16
 KOBANÊ

Meclisa Jinan a Kantona Kobanê îro civîna xwe ya sala salane ya 4`an li dar xist. Tê de çalakiyên jinan, rêbazên destekdayînê, pêşkêşkirina çareseriyan ji pirsgirêkan re hatin nîqaşkirin.

Di destpêka civînê de hevseroka Meclisa Kantona Kobanê Leyla Ehmed rapora siyasî xwend. Tê de behsa sûcên li dijî jinan li herêmên dagirkirî têne kirin, hat kirin.

Her wiha rapora salê ya xebatên meclisê hat xwendin. di nav de lidarxistina 532 civînan û tê de rewşa jinan hat nîqaşkirin. Bi armanca ku jin dîroka xwe nas bikin, dewreyên perwerdeyê ji jinên kantonê re hatin vekirin.

Di civînê de pêşniyar hat kirin ku tîmên taybet bi perwerdekirina jinan werin avakirin û projeyên pêşxistina aboriya jinan werin vekirin.

Her wiha di civînê de 3 plansazî hatin pêşkêşkirin jê serdana komînan, aktîfkirina rola jinan di komînan de, ji nû ve sazkirina nivîsgehên jinan û lidarxistina civînên asayî yên taybet ên jinan di komînan de.

(şx)

ANHA