Çalakiyên 25`ê Mijdarê berdewam dikin

Pêngava "Ji bo bidawîkirina tundî û dagirkeriyê tê bikoşe" ku tevgerên jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca rakirina tundiya li ser jinan, destpê kirine dê heta dehê vê mehê berdewam bikin.

Çalakiyên 25`ê Mijdarê berdewam dikin
1 kanûn, 2021   15:07
TEBQA

Endamên Nivîsgeha Kombûna Jinan a Zenûbiyayê û gelek şêniyên bajêr tev li semînerê bûn ku ji aliyê Kombûna Jinan a Zenûbiyayê ve hatiye lidarxistin.  Di semînerê de behsa cureyên tundiya li ser jinan û bandora wê ya li ser civakê hat kirin.

Endama Desteya Rêveber a Kombûna Jinan a Zenûbiyayê Xade Hemîd axivî û got, qebûlkirin û bêdengiya jinan a li hemberî tundiyê, tundî hê zêdetir kir.

Xade Hemîd ev li gotina xwe zêde kir: "Hin sedemên çandî û civakî hene, ji wan nezanî û adetên paşverû ku rê li pêşiya pêkanîna tundiyê li ser jinan vedikin. Civaka baviksalarî her tim maf dide mêran ku li dijî jinan tundiyê bikin û wê neçar dikin ku vê tundiyê qebûl bike."

Xade Hemîd bal kişand ser zirarên tundiyê û wiha dewam kir: "Tundî ne tenê li ser bedenê tê kirin. Lê belê kiryar û axaftinên nexweş jî cureyek ji tundiyê ye. 9 komên sereke yên tundiyê hene di nav de bedenî, çandî û hisî."

Xade Hemîd diyar kir ku şoreşa civakî û şoreşa jinan, her wiha îdeolojiya rizgarkirina inan heta astekê rolek di derbaskirina pîvanên baviksalarî yên paşverû û kevn lîst ku rojane li dijî bi milyonan jin sûcên qetilkirinê pêk tînin.

(eh)

ANHA