Di xwepêşandanên Sûdanê de 98 kes birîndar bûn

Duh li paytexta Sûdanê 98 xwepêşandêr bi bomebeyên gazê birîndar bûn. Rayedarekî Ewropayê jî binpêkirinên li dijî xwepêşandêran şermezar kirin.

Di xwepêşandanên Sûdanê de 98 kes birîndar bûn
1 kanûn, 2021   13:16
NAVENDA NÛÇEYAN

Komîteya Navendî ya Bijîşkan îro bi daxuyaniyekê ragihand ku ji ber bombeyên gazê û bombeyên deng û lêdanê, 98 xwepêşandêr birîndar bûne.

Cîgirê serokê şandeya Yekitiya Ewropayê (YE) li Sûdanê Daniel Weiss jî binpêkirinên li dijî xwepêşandêran şermezar kirin.

Daniel Weiss duh li ser hesabê xwe ya Twitterê got, “Berdewamkirina binpêkirina mafên mirovan li Sûdanê nayê qebûlkirin."

Duh li paytexta Sûdanê Xartûm û gelek wîlayetên din li dijî peymana siyasî ya di navbera serokê meclisa serweriyê Ebdulfetah El-Burhan û serokwezîr Ebdullah Hemdok de a di 21`ê Mijdarê de, xwepêşandanan hatibûn lidarxistin.

Bi deh hezaran xwepêşandêr li navenda Xartûmê kom bûn û hikumê leşkerî û hevkariya pê re şermezar kirin.

(dm)