​​​​​​​Herêma El-Hura ya Sûriye-Urdunê ji nûve hate vekirin

Dezgehên çapmaniyê ragihandin ku “Herêma El-Hura ya Sûriye-Urdunê ya Hevbeş” ji nûve hatiye vekirin.

​​​​​​​Herêma El-Hura ya Sûriye-Urdunê ji nûve hate vekirin
1 kanûn, 2021   12:52
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî ajansa Sana ya hikumeta Şamê, Wezareta Aborî û Bazirganiya Derve ya hikumeta Şamê û Wezareta Pîşesazî, Bazirganî û Zimhêrê ya Urdunê ragihandin ku “Herêma El-Hura ya Sûriye-Urdunê ya Hevbeş” ji nûve hatiye vekirin û di 1'ê Kanûna 2021'an de dê tevgera bazirganî û aboriyê dîsa dest pê bike.

Her du aliyan bi daxuyeniyeke hevbeş destnîşan kir ku armanc ji vekirina herêmê ew e ku Tevgera bazirganiyê û beşa xizmetê werin aktîvkirin û bi wê re derfetên kar peyda bibin.

(dm)