Di mehekê de li Tirkiyê 111 rojnamevan hatin darizandin

Li gorî raporekê ku bi piştgiriya Cemiyeta Rojnamevanan hate amadekirin, di Mijdara borî de herî kêm 111 rojnamevanên ji 10 bajarên Tirkiyê hatine darizandin.

Di mehekê de li Tirkiyê 111 rojnamevan hatin darizandin
1 kanûn, 2021   12:15
NAVENDA NÛÇEYAN

Di çarçoveya projeya 'Haberin Bedelî -Berdêla Nûçeyê' ya bi piştgiriya Cemiyeta Rojnamevanan hate amadekirin, rapora meha Mijdarê hate eşkerekirin.

Di raporê de hate rgaihandin ku meha Mijdarê ji bo rojnamevanan bi zext û astengiyan derbas bûye, di nava mehekê de li 10 bajarên cuda li 40 rûniştinên cuda rojnamevan hatine darizandin.

Li gorî raporê di nava mehekê de herî kêm 111 rojnamevan û xebatkarên medyayê derketin pêşberî dadgeriyê.

Her wiha hate ragihandin ku bi giştî 6 sal û 4 meh û 12 roj û 16 hezar lîre cezayê pere li 5 rojnamevanan hate birîn.

Li gorî raporê beşeke mezin a rojnamevanan di çarçoveya "Qanûna têkoşîna dijî terorê" de hatin sûcdarkirin.

Her wiha 4 rojnamevan hatin destgîrkirin ku 3 ji wan di dema şopandina nûçeyê de hatin destgîrkirin.