QSD'ê îdiayên dewleta Tirk derewandin

QSD'ê îdiayên dewleta Tirk ku dibêjin, 7 şervanên wan ji aliyê dagirkiran ve hatin şehîdxistin, derewandin.

QSD'ê îdiayên dewleta Tirk derewandin
30 mijdar, 2021   20:58
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya QSD'ê têkildarî îdiayên wezareta parastinê ya dewleta Tirk ku dibêjin 7 şervanên wan ji aliyê dagirkeran ve hatine şehîdxistin daxuyaniyek li ser hesabê xwe yê twîtterê weşand.

Daxuyanî wiha ya: " Li gorî îdîayên Wezareta Berevaniyê ya dew

leta Tirk a dagirker, roja 27'ê Mijdarê 4, 29'ê Mijdarê jî 3 şervanên me ji aliyê dagirkeran ve hatine şehîdxistin. Ev îdia ne rast in. Tevgerê hêzên me li herêmên dagirkirî nîn e."

ANHA