Debbie Bookchin: Ya ku destekê dide terorê AKP ye, divê PKK ji lîsteyê bê derxistin

Debbie Bookchin xwest PKK ji ‘lîsteya terorê’ bê derxistin û got "Desteka wê ya ji DAIŞ û çeteyên din ên cîhadîst re jî nîşan dide ku partiya ku bi domdarî destekê dide terorê, AKP ye ku serkêşê wê jî Erdogan e."

Debbie Bookchin: Ya ku destekê dide terorê AKP ye, divê PKK ji lîsteyê bê derxistin
1 kanûn, 2021   02:55
NAVENDA NÛÇEYAN – CÎHAN BÎLGÎN

Debbie Bookchin hewldanên gelê Kurd ên ji bo muzakereya çareseriya aştiyane bi Tirkiyê re bi bîr xistin û diyar kir ku Erdogan ji sabotekirina van hewldanan berpirsyar e û destnîşan kir ku ji bo pêvajo dest pê bike, divê rêber Abdullah Ocalan bi awayekî fîzîkî azad bibe û PKK ji “lîsteya terorê” bê derxistin

Debbie Bookchin têkildarî sûcên dewleta Tirk got: "Bikaranîna çekên kîmyewî ji aliyê Tirkiyê ve sûcekî şer e ku ji bo her welatekî NATO'yê yê ku bê deng dimîne, lekeyek e."

Rojnamevan û nivîskar Debbie Bookchin hewldanên ji bo derxistina PKK’ê ji 'lîsteya terorê' û sûcên dewleta Tirk ji ANHA'yê re nirxandin û bi bîr xist ku li gel Dadgeha Gel a Daîmî gelek saziyên din ên darazê îşaret pê kiriye ku PKK ji bo mafên mirovan têkoşîneke rewa dimeşîne.

‘TÊKOŞÎNA PKK’Ê JI BO MAFÊN MIROVAN E’

Debbie Bookchin ku keça Murray Bookchin e, bal kişand ser tecrîda girankirî ya li ser rêber Abdullah Ocalan û wiha axivî: "Abdullah Ocalan bêyî darizandineke adîl hate girtin û cezayê muebbetê lê hate birîn. Zêdetirî 22 sal e di hucreyeke yekkesî de tê ragirtin. Ev yek li gorî Neteweyên Yekbûyî (NY) şêweyekî îşkenceyê ye. Birêz Abdullah Ocalan jî mîna Nelson Mandela lîderê tevgereke rewa ya mafên kêmneteweyan û rizgariya neteweyî ye. Gelek desteyên dadgeriyê ku Dadgeha Gel a Daîmî jî di nav de ye ku ji aliyê fîlozof Bertrand Russel û Jean-Paul Sartre ve ji bo lêpirsîna sûcên şer ên Amerîkayê yên li Vîetnamê  hatibû avakirin, biryar daye ku PKK ji bo mafên mirovan têkoşîneke mafdar dimeşîne."

SÛCÊN BELGEKIRÎ YÊN DEWLETA TIRK

Debbie Bookchin diyar kir ku “astengkirina xwebirêvebirinê û nasname û hebûna gelê Kurd û tevlêbûna wê ya jiyana siyasî, aborî û çandî ya welêt' bi destê dewleta Tirk, ji aliyê dadgehê ve tê redkirin. Debbie Bookchin bi bîr xist ku Komseriya Bilind a Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (UNCHR) ku serdema ji Tîrmeha 2015’an heta Kanûna 2016'an lêkolîn kiriye û sûcên dewleta Tirk belge kirine.

'DIVÊ TÊKOŞÎNA KURDAN LI GORÎ MEWZÛATA TÊKOŞÎNA LI DIJÎ TERORÊ NEBE'

Debbie Bookchin her wiha destnîşan kir ku Dadgeha Gel a Daîmî bi awayekî vekirî nîşan daye ku têkoşîna Kurdan a ji bo mafên mirovan ne meseleyeke 'terorîzmê' wekî ku Erdogan îdia dike, lê belê 'şerekî çekdarî yê ne navneteweyî ye ku bi hiqûqa mirovî ya navneteweyî tê birêvebirin'. Debbie Bookchin got Dadgeha Bilind a Belçîkayê ev yek qebûl kiriye û destnîşan kir ku divê ev yek li gorî mewzûata qanûna têkoşîna li dijî terorê neyê kirin.

'AKP BI XWE DESTEKÊ DIDE TERORÊ'

Debbie Bookchin îşaret bi êrişên li ser Rojava kir û wiha domand: "Desteka wê ya ji DAIŞ û çeteyên din ên cîhadîst re nîşan dide ku partiya ku bi rengekî aşkera destekê dide terorê, AKP ye ku bi pêşengiya Erdogan tê birêvebirin. Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî û yên din bi belgeyan aşkera kir ku çawa wan çeteyên cîhadîst li Rojava bi awayekî sîstematîk êrişî gelê Kurd kir,  jin revandin û tecawiz lê kirin, sivîl kuştin, mal û milk talan kirin û bi ‘paqijiya etnîk’ kirin ku zêdetirî 300 hezar mirov ji cih û warên wan kirin.”

'BÊDENGIYA LI HEMBERÎ ÇEKÊN KÎMYEWÎ JI BO WELATÊN NATO'YÊ LEKEYEK E’

Debbie Bookchin bi bîr xist ku gelê Kurd gelek caran hewl daye bi Tirkiyê re çareseriya aştiyane muzakere bike û anî ziman ku Erdogan bi tena serê xwe ji sabotekirina van hewldanan berpirsyar e. Debbie Bookchin bal kişand ser pêwîstiya şermezarkirina êrişkariya Tirkiyê ya li dijî gelê Kurd ji aliyê tevahiya civata navneteweyî ve û got: "Bikaranîna çekên kîmyewî ji aliyê Tirkiyê ve ji bo hemû welatên NATO'yê yên bê deng dimînin, lekeyeke sûcê şer e.”

‘DIVÊ PKK JI ‘LÎSTEYA TERORÊ' BÊ DERXISTIN’

Her wiha Debbie Bookchin got dem hatiye ku ji nû ve pêvajoya aştiyê dest pê bike û wiha lê zêde kir: "Ji bo vê divê Abdullah Ocalan ji girtîgehê derkeve û ji PKK ji lîsteya terorê bê derxistin. Divê lîderên cîhanê û em hemû li gorî mafên mirovan ên bingehîn biaxivin û daxwaza azadiya Abdullah Ocalan û ji nû ve destpêkirina hevdîtinên aştiyê yên di navbera Tirkiye û PKK'ê bikin û êdî divê Tirkiye ji Sûriye û Iraqê vekişe."

ANHA