Balafirên Rûsyayê nuqteyên DAIŞ'ê bombebaran kirin

Balafirên Rûsyayê nûqeteyên çeteyên DAIŞ'ê yên li Çolistana Sûriyê bombebebaran kirin.

Balafirên Rûsyayê nuqteyên DAIŞ'ê bombebaran kirin
30 mijdar, 2021   15:51
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR)  ragihand, 10 balafirên Rûsyayê nuqteyên çeteyên DAIŞ’ê yên li nêzî rêya

Eseriya- Xenasir a Çolistana Sûriyê ji bejahiyê Hema bigire heta bi bejahiyên Helebê bombebaran kirin. Balafirên Rûsyayê ji saetên sibehê ve nêzî 40 êriş pêk anîn, heta niha tu agahiyên li ser ziyan û windahiyan tune ne.

Li gorî SOHR, balafirên şer ên Rûsyayê di Mijdarê de zêdetirî 610 êrişli dijî nuqteyên çeteyên DAIŞ’ê pêk nîne.

(fr)