Şehîdên meha Mijdarê li Hesekê hatin bi bîranîn

Şêniyên Hesekê 80 cangoriyên azadiyê yên meha Mijdarê hatin bi bîranîn.

Şehîdên meha Mijdarê li Hesekê hatin bi bîranîn
30 mijdar, 2021   15:46
HESEKÊ

Meclidas Malbatên Şehdan a Hesekê merasîmê bîranîna 80 şehîdên meha Mijdarê ku di dem û cihên cuda de di dirêjahiya Şoreşa Rojava de şehîd bûbûn li dar xist. Ew şehîd ji YPG, YPJ, Hêzên Erka Xweparastinê, Hêzên Ewlekariya Hundirîn, QSD, û Tevgera Rizgariya Kurdistanê ne.

Merasîma bîranîna li Navenda Xabûr a Çand û Hunerê ya li taxa Miftî ya bajarê Hesekê hat lidarxistin. Bi dehan şênî, malbatên şehîdan û gelek şervanên QSD’ê beşdar bûn.

Merasîm bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir, dûvre ji fermandarên QSD'ê Şiyar Hesekê got: "Em hêvî dikin ku malbatên şehîdan  bi aştî bijîn û destkefiyên şoreşa me werin parastin."

Şiyar Hesekê soz da malbatên şehîdan ku dê rêya şehîdan bişopînin heta ku azadî û demokratîk pêk were û herêmên dagirkirî werin rizgarkirin.

Endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Hesekê Ebdî Şêxo da zanin ku şehîd pêşengên civakê ne û ronahiya netewe û gel in.

Her wiha endama Kongreya Star Wesif El-Şebot spasiya malbatên şehîdan kir ku zarokên wan di oxira parastina pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de canê xwe da.

Di merasîm de endama Meclisa Malbatên Şehîdan Rojda Ehmed navên şehîdên meha Mijdarê yên Hesekê xwendin.

Merasîm bi pêşandana sînevîzyonê li ser şehîdên meha Mijdarê bi dawî bû.

(fr)

ANHA