​​​​​​​Eşîrên Kurd û Ereban: Rêveberiya Xweser dikare ji aloziya Sûriyê re bibe baştirîn çare

Eşîrên Kurd û Ereban ên herêma Cizîrê teqez kir ku projeya Rêveberiya Xweser xwedî fikir û hêman e ku dikare ji bo aloziyên Sûriyê û Rojhilata Navîn bibe çareserî. Her wiha diyar kir ku ev proje tecrûbeyeke erênî û cuda ye.

​​​​​​​Eşîrên Kurd û Ereban: Rêveberiya Xweser dikare ji aloziya Sûriyê re bibe baştirîn çare
29 mijdar, 2021   01:45
HESEKÊ-BOTAN HISÊN

Rûspî û şêniyên eşîrên Kurd û Ereban ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê destnîşan kir ku projeya Rêveberiya Xweser ji projeyên herî serkeftî yên cîhanê ye, her wiha xwedî fikir û bingehên ku mafên hemû pêkhate, mezheb û olên li ser vê xakê diparêze ye û gotin, Rêveberiya Xweser a li Sûriyê mînaka herî berçav a vê yekê ye.

Yek ji rûspiyên eşîra El-Cerba, Haşim El-Cerba têkildarî mijarê axivî û Rêveberiya Xweser bi tecrûbeyeke erênî bi nav kir û wiha dewam kir: "Li gel rewşa Sûriyê û Rojhilata Navîn bi giştî, Rêvebeirya Xweser a demokratîk tecrûbeyek erênî ye. Êdî her kes girîngiya Rêveberiya Xweser û bandora wê dizane, her wiha dizanin ku Rêveberiya Xweser hemû welatiyên Sûriyê bi şaştî û başiyên wê qebûl dike."

El-Cerba diyar kir ku projeya Rêveberiya Xweser projeyeke demokratîk e û ji bo çareserkirina aloziyên li Sûriyê baştirîn proje ye û wiha lê dewam kir: "Di heman demê de dikare hemû Sûriyan bigire nav xwe. Vê rêveberiyê xaka me parast, em tu alternetîfan naxwazin. Ez yek ji wan kesan im ku piştî min bi Rêveberiya Xweser û hembêzkirina hemû pêkhateyan bihîst, ez vegeriyam Sûriyê."

Haşim El-Cerba bi domdarî got: "Ji dema projeya Rêveberiya Xweser hatiye damezrandin ve, me ji nêz ve şopand. Her wiha em di hemû qonaxên ku Rêveberiya Xweser bi beşdarbûna pêkhateyên Kurd, Ereb, Suryan, Êzidî û Asûr tê re derbas bûye, hazir bûn."

Haşim El-Cerba destnîşan kir ku projeya Rêveberiya Xweser xwedî wan hêman û bingehan e ku divê di her projeyeke demokratîk de hebin û bi domdarî got: "Rêveberiya Xweser mafan diparêze û rêzê ji hemû azadî û rûmeta mirovan û di serî de ya jinan re digire. Li aliyekî din jî rêz ji rêgez û nirxên mirovî re girt û ev jî li gorî daxwaza pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye ku bi pirrengiya xwe tê naskirin."

Endamekî eşîra Saroxan, Îsa Mîrzo jî diyar kir girîngiya projeya Rêveberiya Xweser ew e ku civak dûrî destwerdanên derve xwe bi xwe bi rê ve dibe."

Mîrzo da zanîn ku projeya herî serkeftî di çareserkirina aloziya Sûriyê de dê Rêveberiya Xweser be û wiha dewam kir: "Bêyî beşdarkirina Rêveberiya Xweser çareserkirina aloziya Sûriyê nepêkan e. Her çareseriyek divê bi rêya gel û rêveberiya ku nûnertiya gel dike be."

Mîrzo da zanîn ku hêviya gelê Sûriyê di projeya Rêveberiya Xweser de ye, ya ku her tim banga diyalogê û danûstandinan dike çi li hundir û çi li derve be.

Yek ji rûspiyên eşîra Wild El-Nasir, Salih Abdullah jî têkildarî mijarê axivî û got, êdî mirov nikare herêmên Rêveberiya Xweser paşguh bike, ji ber ku ji milyonan gelê Sûriyê yên li hundir re bûye spartgeheke bi ewle. Her wiha diyar kir ku Rêveberiya Xweser a demokratîk îro li sê çareya rûpîvana Sûriyê serwer e.

Abdullah diyalogên li hundir û derve yên bêyî Rêveberiya Xweser red kir û wiha axivî: "Rêveberiya Xweser zêdetirî 12 hezar şehîd da û sêçareya rûpîvana Sûriyê ji DAIŞ`ê ku rêxistina herî terorîst li cîhanê ye rizgar kir. Ji xwe dîrok şahidê vê yekê ye."

Abdullah jî tev li nêrîna Haşim El-Cerba bû ku projeya Rêveberiya Xweser xwedî hêman û fikirên demokratîk e û ev yek dihêle ku welatekî bi rêve bibe.

Yek ji rûspiyên eşîra El-Badilî, Şiyar Hemo projeya Rêveberiya Xweser wiha wesif kir: "Li Rojhilata Navîn û cîhanê projeya Rêveberiya Xweser cuda ye. Ev projeya ku feylozof Abdullah Ocalan bingeha wê danîye, dikare li hemberî projeyên neteweperest û kapîtalîst ên dewletên zilhêz, bisekine."

Hemo da zanîn ku modela Rêveberiya Xweser li Sûriyê bi ser ket, îsbata vê yekê jî ku hemû pêkhateyên herêmê li ser bingehên demokratîk û jiyana hevbeş cihên xwe di rêveberiyê de girtin. Şiyar Hemo îşaret pê kir ku Rêveberiya Xweser wekî baxçeyekî ye ku hemû gul û reng tê de hene.

Şiyar Hemo diyar kir ku projeya Rêveberiya Xweser bi yekitiya pêkhate û eşîrên xwe, her wiha bi girêdana wan bi rêveberiyê re dê karibe aloziya Sûriyê çareser bike û bi ser bikeve. Li aliyekî din jî hevgirtina eşîrên Ereb û Kurdan wan bigihîne ewlehî û aştiyê.

Hemo bang li rûspiyên eşîrên Derayê û mezhebên din ên gelê Sûriyê kir ku gavên din bi pêş ve biavêjin û hemû derfetên xwe bixin xizmeta avakirina Sûriyeke demokratîk û nenavendî û wiha gotina xwe bi dawî kir: "Rewş wekî beriya beriya 2011`an venagere, em bi cihêxwaziya ji Sûriyê nafikirin, lê divê her pêkhateyek mafên xwe bi dest bixe."

(eh)

ANHA