ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 29-11-2021

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 29-11-2021
29 mijdar, 2021   00:00

-Çalakiya li deriyê Sêmalka ya bi daxwaza wergirtina cenazeyên gerîlayên ku di kemîna hêzên PDK'ê de şehîd bûne, berdewam dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Meclisa Malbatên Şehîdan a Navçeya Şedadê Konferansa xwe ya 7'emîn li hola Huriya li dar dixe, saet 14:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD), şehîd Şîlan Kobanê û hevalên wê li navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya bajarê Qamişlo bi bîr tîne, saet 11:00'an. Bi heman armancê şêniyên Kobanê civînekê li navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido li dar dixe, saet 11:00'an. Li navçeyên Dirbêsiyê û Holê yên kantona Hesekê merasîmên bîranîna şehîd Şîlan û hevalên wê tên lidarxistin, saet 12:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Hiquqnas Mistefa Şêx Muslim banga avakirina komîteyeke hiquqî kir da rewşa kesên di girtîgehên Tirkiyê û girtîgehên li herêmên dagirkirî de, bişopîne. Muslim piştrast kir ku kiryarên li herêmên dagirkirî bi bendên peymana Cinêv 4 re bi nakok in. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Eşîrên Kurd û Ereban ên herêma Cizîrê teqez kir ku projeya Rêveberiya Xweser xwedî fikir û hêman e ku dikare ji bo aloziyên Sûriyê û Rojhilata Navîn bibe çareserî. Her wiha diyar kir ku ev proje tecrûbeyeke erênî û cuda ye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şemsedîn Şemûn piştî rêwîtiya 44 salan biryara vegera li gundê xwe Dirêcîk dide û wiha parve kir: "Welatê xelkê tu carî nabe welatê mirov, kesayet tenê li ser xaka bapîran temam dibe û va min bi saya berdêlên QSD`ê li ser xakê dane, xewna xwe bi cih anî." (BI WÊNE Û DÎMEN).

HEVPEYVÎN

- Şoreş Rêşî diyar kir ku ruxmî eşkerekirina bûyera qetilkirina Olof Palme, mayîna PKK’ê di `lîsteya terorê` de neheqiyeke mezin e û got, berdêl divê sererastkirina lîste be ku wê qirêjiya avetin ser Kurdan paqij bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

-Kongreya Star li kampa Waşûkanî û bajarokê Til Tewîl ên Hesekê semîneran li ser têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan organîze dike, saet 12:00'an.

- Çîroka têkoşîn û berxwedanê ya Şîlan çîrokeke bêhempa ye. Şîlan di 9 saliyê de dest bi têkoşîna azadiya Kurd û jinê kir, şerê zihniyeta desthilatî kir û hewl da fikirê azadiya Kurdistan di nava gelê Kurd de belav bike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CÎHAN

- Piştî 6 geran ji danûstandinên nukleerê heta niha tu pêşketinên berbiçav tune ye. Îro digel hatina hikumeta Îranê ya radîkal li ser desthilatê gera 7’an a danûstandinên nukleerê di navbera hêzên navneteweyî û Îranê de li Viyana dest pê dikin, gelo çarenûsa danûstandinan çi ye û dê serkeftinê bi xwe re bînin? (BI WÊNE).

ÇAND Û HUNER

-Navenda Şopdarên Rojê belgefîlmê "Waşûkanî" li kampa Waşûkanî  ya bajarê Hesekê pêşkêş dike, saet 17:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

- Rêveberiya Sotemeniyê li Qamişlo 10 milyon lître mazot li şêniyan belav kir û da zanîn hîna belavkirin berdewam e, her wiha bang li şêniyan kir ku heke bi nirxê ji wan re tê pêşkêşkirin hate lîstin giliyên xwe bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Zarokeke yek salî li bajarê Hesekê ji ber ku tib zêde pêş neketiye û rêxistinên li vir dixebitin pê re nebûn alîkar, azara nexweşiya xwe dikişîne. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA