​​​​​​​Şoreş Reşî: Eger PKK'ê ji "lîsteya terorê" bê derxistin wê aşitiya Kurd û Tirk pêk bê

Şoreş Rêşî diyar kir ku ruxmî eşkerekirina bûyera qetilkirina Olof Palme, mayîna PKK’ê di `lîsteya terorê` de neheqiyeke mezin e û got, berdêl divê sererastkirina lîste be ku wê qirêjiya avetin ser Kurdan paqij bikin.

​​​​​​​Şoreş Reşî: Eger PKK'ê ji "lîsteya terorê" bê derxistin wê aşitiya Kurd û Tirk pêk bê
29 mijdar, 2021   00:38
NAVENDA NÛÇEYAN – CÎHAN BÎLGÎN

Serokwezîrê Siwêdê Olof Palme di 28’ê Sibata 1986’an di derdora saet 23.30’ê şevê de dema li gel hevjîna xwe ji sînemayê vedigere hat sûîkastkirin. Di cihê bûyerê de Palme yekser jiyana xwe ji dest da û hevjîna wî jî bi sivikî birîndar bû.

Şefê îstixbaratê yê Stockholmê Hans Holmer, ev bûyer yekser kir stûyê PKK'ê ku bi wê îdiayê re êdî li dijî Kurdan nêçîr dest pê kir. Qetilkirin, binçavkirin û zilm li Kurdan hat kirin û xwestin ku PKK’ê jî di asta navneteweyî de ‘krîmînalîze’ bikin. Gelek siyasetmedar vê bêbextiyê wekî lîstokek ji komploya navneteweyî nirxandin. Nivîskar û lêkolîner Şoreş Rêşî jî diyar dike ku planeke navneteweyî kur û fireh bû.

Piştî bûyera qetilkirina Palme li Almanya “Doza Düesseldorf” hat vekirin û gelek pêşengên PKK`ê û rêber Abdullah Ocalan jî din av de hatin dadgehkirin. Pê ve girêdayî pêşengên PKK’ê wekî Dûran Kalkan, Alî Haydar Kaytan bi salane di zindanê de man.

Li dijî Kurdan û PKK’ê rola sereke ku Almanya wergirtibû, di sala 1993`an de yekemîn qedexekirina PKK’ê des tpê kir û paşê jî Fransa li dûv meşiya. Amerîka, Îsraîl, Îngiltere jî bi awayekî neheq PKK'ê kirin `lîsteya terorê` ya YE'yê.

Ev bêbextî heya 34 salan berdewam kir ku bi daxuyaniyên dadgeha Siwêdê hat eşkerekirin ku tu têkiliyên gelê Kurd û PKK’ê di qetilkirina Olof Palme de tune ye. Lê 34 salên Kurdan dizîn ku Kurd rastî zilmên mezin hatin û di çavên cîhanê de jî hatin reşkirin. Hesabên zerera 34 salan ku li Kurdan û Tevgera Azadiya Kurdistan hat kirin heya niha tu kesî ne daye. Berovajî wê rûxmî ku heqîqet hat eşkerekirin PKK'ê hîna jî bi bêwate di “lîsteya terore” de cih digre.

Nivîskar û lêkolîner Şoreş Rêşî, derbarê bûyera qetilkirina Olof Palme û zerarê ku gihandiya gelê Kurd û Tevgera Azadiya Kurdistan de pirsên ANHA’yê bersivand. 

Olof Palme 28'ê Sibata 1986`an li Stockholmê hat qetilkirin. Derbarê vê bûyerê de gelek lêkolînên wê çêbûne ku pirtûkek bi navê Palme, PKK û Gladio nivîsandiye. Bi qetilkirina Palme re armanc çi bûn?

Di vê kuştinê de du armancên sereke hebûn; Yek hêzên navdewletî dixwastin ji Palme xilas bibin, du jî dixwastin Tevgera Azadiya Kurdistan darbe bixwe ku peşketina wê bên sekinandin. Dixwastin bi kevirekî du çûkan bixin. Heya radeyekî jî mixabin bi serketin. Çima Palme bû hedef? Palme gelek polîtîkayên navdewletî meşand. Mînak di sala 1968`an ji bo Vîetnamê li Siwêd meşeke mezin çê kir. Di encama meşe de Amerîka Balyozxaneya xwe kişand û tekiliyên xwe bi Siwêd re qût kirin. Dîsa sala 1968`an Palme li dijî dagirkirina Çekoslovakya ji aliyê Rusya ve derket.  1975`an Kûba ziyaret kir. Kûba di çavê Amerîka û dewletên NATO de wekî dewleteke terorîst û serokwezîrekî terorîst (Fidel Castro) dihat naskirin. Cara yekem serokwezîrekî Ewropî Kûba ziyaret kir. Rejîma Franco li Spanya Olof Palme wekî şeytanekî binav kir.

Hemwextî nêzîkatiya wî ya mijara Kurd jî hebû. Çar dewletên Ewropî (Danîmarka, Norvec, Siwêd, Holanda) giliyê Tirkiyê ji Konseya Ewropayê re kirin.  Gotin ku Tirkiyê mafên mirovan yên Kurdan binpê dike. Di vî warî de jî bala dewletên derve kişand ser xwe. Li Afrîka Başûr rejîma Apartheid li ser reşikan zilmek mezin pêk dianî. Palme ji bo wê jî ket nav tevgerê û gelek dewlet rêxistin kir, gelek civîn çêkir xwest ku ambargoya çekan deynin ser Afrîka ya Başûr.

Dîsa di sala 1983`an de cara yekem bû ku Palme, kesekî ji aliyê Amerîka ve wekî terorîst dihat naskirin Yaser Arafat, li Stokholmê qebûl kir. Polîtîkaya Palme ya bêçekkirina cîhanê hebû. Li dijî çekên kimyewî, çekên mezin ên konvansiyonel diket nav tevgerê. Hîndîstan, Yewanîstan û hwd, dewletên bêalî ku ne di nav NATO û Pakta Varşova de bûn wan organize dikir û li dijî her du paktan dixwest ku raya giştî hişyar bike. Hewl dida ku li ser wan fişarekê pêk bîne ku ew pereyên ji bo çekan tê xerçkirin ji bo mirovatî û cîhana hêja bê bikaranîn. Li dijî hêzên mezin wekî Amerîka û Rûsya zimanekî tuj tevdigeriya. Hêzên ku dixwestin cîhanê têxin bin hegemoniya xwe, dixwastin ji Palme xilas bibin. Ji bo wê jî Palme bû hedef.

Çima Kurd û Tevgera Rizgariya Kurd hat hedefgirtin?

Ev dewletên ku li gor dilê xwe Rojhilata Navîn dizayn dikin di serî de Amerîka, ji Tevgera Azadiyê nerehet bûn. Dema Tevgera Azadiyê dest bi rêxistiniyê kir ji vî tiştî aciz bûn. Di sala 1979`an de di raporê CIA'yê de jî derbas dibe ku dibejin rêxistinek li Rojhilatê Başûrê Tirkiyê derketiye nûnertiya Kurdan dike, xuyaye ku rêxistineke bi hêz e û potansiyeleke wê mezin heye. Wan nedixwest di Rojhilata Navîn de Kûbayeke nû yan jî sîstemeke ku berjewendiyên wan têxê xeteriyê derkeve holê. Ji ber wê jî Kurd kirin hedef.

Yanî qetilkirina Palme encama planên demdirej bû?

Belê rast e. Ev raporên ku di belgeyên CIA'yê de cih girtin saziyên ku bi wan re têkiliyê de bûn jî ew rapor dixwendin. Di sala 1980`an îstixbarata Siwêd jî ew rapor xwendin. Îstixbarata Siwêd jî bêgûman bi wan re di têkiliyê de ye. Dema Olof Palme bû serokwezîrê Siwêd di nav dewletê de dît ku saziya wan ya îstixbaratê hikumetê guhdar nake. Yanî di nav dewletê de dewleteke din heye. Palme ev tişt dît û xwest reforme bike û îstixbarata li wir têxê bin serweriya hikumetê. Ji bo wê jî wezîrê xwe yê adaletê ji bo hindirê îstxibaratê paqij bike û guhdarî hikumetê bikin erkdar kir.  Bi serneket. Palme dixwest ku tîkiliyê îstixbarata wan ji CIA bê qûtkirin. Ew kesên di nav îstixbaratê de bi CIA'yê re têkildar, bi raporên MÎT`ê re dixwestin li ser medyayê Tevgera Kurd wekî terorîst nîşan bidin. Ev hewildan ne tenê bi rêya îstixbarata Siwêd, ji aliyê CIAyê ve dihat ferzkirin ku Tevgera Azadiya Kurdistanê têxin `lîsteya terorê`. Ji bo wê jî rojnameya Siwêd bi Hûseyîn Yildirim re hevpeyvîn çê kiribûn ku ji wê hevpeyvînê hin beş qût kirbûn û ji bo xwe bikaranîn. Li ser sextekariyê Tirkiyê û Almanya rapor amade kirin û wan rapora pêşkeşî hikumetê kirin. Hikumet jî neçar bû û ketibûn nav tengaviyê. Serokwezîrek wekî Palme demokrat, ji mafê mirovan re rêz digre û giliyê Tirkiyê ji Konseya Ewropa kiriye neçarî di meha 12`an sala 1984`an PKK wek `rêxistinek terorîst` îlan kir. Şefê îstixbaratê jî bi xwe anî ser ziman ku ger Palme PKK wek `terorîst` îlan bike wê piştre Almaya û dewletên din jî wiha bikin. Destpêkê Siwêd PKK`ê wek `terorîst` dît. Cara yekem Olof Palme PKK xist nav lîstê. Paşê Almanya û dewletên YE. Planeke navneteweyî, kur û fireh bû. Ji salên 1980`î de dest pê kir heya kuştina Palme û piştî kuştina Palme jî ev berdewam kir. 

Vê bûyerê zererek çawa da gelê Kurd û PKK`ê?

Heya sala çûyî jî di cîhanê de piştgiriya ji bo têkoşîna gelê Kurd ku her diçe pêş dikeve wek dihat xwestin nebû. Ji ber ku di cîhanê li PKK’ê yan jî nûnerê gelê Kurd bi çavekî cûda dinêrin. Di çavê cîhanê de Palme kevoka aştî dihat dîtin. Ger rêxistinek vê kevokê bikujê yan jî zerer bidê bêgûman sempatî jê dihat şikandin. Biser jî ketin ku nêzî 30 salan têkoşîna Kurd a rewa, di çavên cîhanê de bê sempatî hat pêşwazîkirin. Piştgiriya pewîst ya ku dihat xwestin çê nebû. Di çavên gelê cîhanê de Kurd reş kirin. Ji bo wê jî Kurdan gelek zerer dîtin. 4 hezar gundên Kurdan hatin valakirin, bi hezaran  Kurd di nav kolanan de hatin kuştin, rêxistina Kurd bi her awayî tengav kirin, piştgiriya navdewletî ya ku dihat hêvîkirin nehat dayîn. Mijara Kurd bi çarçoveyekî de sînordar ma, çareser nebû û dirêj bû. Sedem jî ew bû ku sempatiya ji bo Kurdan bi rêya kuştina Palme hate şikandin, darbe lê hat xistin. Lê li dijî wê jî Kurdan têkoşîna xwe berdewam kirin heya îro jî berdewam dike.  

Piştî ewqas salan ev heqîqet hate ragihandin. Çima lêkolîn ewqes dirêj kirin?

Lêkolîn nêzî 30 salî berdewam kir. Saziyên bi vî tiştî re têkildar wek rojnamevan û lêkolîner bi xwe digotin ku ev tiştekî xapandinê ye, tu têkiliya wê bi Kurdan û kesên hatine tawanbarkirin re tune ye. Herkes dizane ku kî paşperde de ev kuştin pêk aniye, kî organize kiriye, Kurdan reş kiriye ji bo wê jî di seride gelê Siwêd fişar anî ser dadgeh û komîteya taybet a lekolînê ku gotin êdî dev ji wî tiştî berdin ku perê Siwêd tê de xerç dikin lê dawî de tiştek jî dernakave. Pişt perdê kî heye dizanin lê hêza Siwêd tune ye ku eşkere bikin. Ger eşkere bikin wê wek dewlet zererek mezin bibînin ku dizanin li paşperdê CIA û rêxistinên girêdayî CIA hem li Siwêd hem jî li derveyî Siwêd heye. Ji bo wê gotin ku baştire xalekê deynîn ser vê mijare û bi dawî bikin. Di Hezîranê de dozgerên wan derketin fermî gotin ku êdî lêkolînê bi dawî dikin. Dozger Christer Petterson jî got ku PKK rêxistinek ji bo mafê gelê Kurd tê dikoşê tu têkiliya wê bi kuştina Palme tune ye.

Rûxmî ku ev heqîqete derketiye, heya niha PKK di “lîsteya terorê” ye, hûn çawa dinirxînin?

Lîsteyeke bi vî rengî nêzîkatiyek li ser bingeha rasteqîn nîne ye. Biryareke siyasî ye, îdeolojîk e. Ev biryar jî bi destê dewletên derdora NATO pêşketiye. Ev rastî di bûyera Palme de jî hat dîtin ku Kurd reş kirin. Heta dewletek wek Siwêd ku mafê zarokan li pêş e, zarokên 6 salî kelepçe kirin û birin dadgehê, malên Kurdan bi erebeyên zirxî hat dorpêçkirin. Di nav gel de Kurd tawanbar kirin ku Kurd nikarîbûn derkevin derve. Ji bo berjewendiyên dewletên mezin yên ku dixwazin Rojhilata Navîn dizayn bikin ji potansiyela gel û îdeolojiyê tirsiyan. Ji ber wê jî di lîstê de digrin. Di vê lîsteyê de hiştin neheqî ye, ev biryarek siyasî ye. Tevgereke şaş e divê bê rast kirin. Bawer dikim wê bê rast kirin jî. Lew ra di bûyera Palme de jî hate ziman ku PKK'ê ne rêxistineke terorîst e. Her wiha dadgeha Belçîka jî biryar girtin ku PKK'ê ne terorîst e û doza ku PKK'ê dimeşîne jî ne dozeke teroriye. Bawer dikim ku di demek nêz de têhiştina lîste wê ji holê rabe.

Ji bo derxistina PKK'ê ji lîste banga wê heye?

Bêgûman divê ew lîste bê sererast kirin. PKK'ê ji bo gelê Kurd têdikoşe. Rêxistineke ku ji hemû yasayên navneteweyî re rêz digre. Ji serî bigrin heya dawî mayîna wê di lîstê de bê wate ye. Hem di nav Kurdan hem jî derveyî Kurdan dixwazin ku PKK'ê ji lîste derbikeve. Ji Afrîka Başûr heya Îngiltere û Asya Navîn li dijî vê lîstê ne. Banga min ji bo YE û Amerîka ye ku vê lîste sererast bikin. Dema ew lîste sererast bû bêgûman wê aşitiyek di navbera Kurdan û Tirkan de pêk were. Ger aşitî çê bibe wê şer bi dawî bibe. Ev jî di berjewendiyê hemû mirovahiyê de ye. Ji bo ku ew lîste ji holê rabe divê herkes li gor hêza xwe piştgirî bide. Ew qirêjiya ku avêtin ser Kurdan divê paqij bibe ku ew jî bi hewildaneke navneteweyî dibe. PKK'ê rêxistineke fedekar e û ji bo mafê gelê Kurd tê dikoşe. Tevgerek ewqas paqij nehatiye cîhanê. Ji bo wê jî divê piştgirî qût nebe.

ANHA