Hiquqnas Şêx Muslim: Kiryarên li herêmên dagirkirî bi peymana Cinêv 4 re bi nakok in

CHiquqnas Mistefa Şêx Muslim banga avakirina komîteyeke hiquqî kir da ku rewşa kesên di girtîgehên Tirkiyê û girtîgehên li herêmên dagirkirî de bişopîne. Muslim diyar kir ku kiryarên li herêmên dagirkirî bi bendên peymana Cinêv 4 re bi nakok in.

Hiquqnas Şêx Muslim: Kiryarên li herêmên dagirkirî bi peymana Cinêv 4 re bi nakok in
29 mijdar, 2021   04:14
KOBANÊ

Dewleta Tirk a dagirker li herêmên bakurê Sûriyê yên ku dagirkiriye planên xwe yên mîtîngeriyê berdewam dike, nexasim li bajarê Efrînê ku ne kevir û me jî daran ji sûcên wê nefilitîne.

Li gorî daneyên Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê, zêdetirî 7 hezar sivîl hatine revandin û pirraniya wan veguhestine girtîgehên li Tirkiyê, lê beriya çend rojan wan vegerandin girtîgehên bajarê Efrînê yê dagirkirî.

Têkildarî mijarê hiquqnas Mistefa Şêx Muslim axivî û got: "Girtiyên ku dem dem wan ji Tirkiyê vediguhêzên hundirê Sûriyê, nexasim bajarê Efrînê yê dagirkirî yan  ji Efrînê dibin Tirkiyê bi tawanên siyasî têne girtin ne cezayî.  Ev tawanên nerewa ne, belgeya sekinandina derheqê girtiyan derdixin û ew girtî di nav girtîgehên Tirkiyê û girtîgehên li herêmên dagirkirî de wenda ne, li ser vê yekê jî divê komîteyeke hiquqî were avakirin û rewşa wan bişopîne."

Şêx Muslim ev li gotina xwe zêde kir: "Tawana li dijî girtiyan çi be jî xwedî hiquqên qanûnî ne, divê li gorî tawanên xwe werin dadgehkirin, her wiha beriya isbat û daxuyaniyan divê parêzer ji wan re were girtin, lê tişta ku em di nêzîkatiyên dewleta Tirk li herêmên dagirkirî dibînin ew e ku tedbîrên nerewa û derqanûnî digire."

Hiquqnas Mistefa Şêx Muslim diyar kir ku kiryarên li herêmên dagirkirî bi bendên peymana Cinêv 4 ên girêdayî herêmên şerê çekdarî re, bi nakok in û tenê li ser kaxezan e û wiha dom da axaftina xwe:  "Li van herêman bend pêk nayên û mirov ji mafên xwe bê par e, her wiha  peymana Cinêv be yan jî peymanên din ên têkildarî kesên li herêmên şerê çekdarî be nayên pêkanîn, parastina wan jî nayê kirin, berovajî vê yekê wan wekî mertalên zindî bi kar tînin û wan keysbaz dikin, her wiha bo qezenckirina pereyan bi rêbazên nerewa wan digirin. Kurt û Kurmancî kiryarên li wir têne kirin rûreşiyeke."

Peymana Cinêv 4, 12`ê Tebaxa 1949`an ji bo parastina kesên sivîl di demên şer de hate ragihandin û ji girîngtirîn bendên wê ev e:

Kesên rasterast beşdarî kiryarên dijminane nebûne, di nav de endamên hêzên çekdar û kesên ji ber nexweşiyê yan jî birîndariyê yan jî binçavkiirnê nikarin şer bikin, divê li gorî pîvanên mirovahiyê danûstandin bi wan re were kirin. Li ser vê yekê ji bo kesên ku li jor hatin bibîrxistin, ev kiyar qedexe ne:

-Pêkanîna êrişan li ser jiyan û selametiya bedenî, nexasim qetilkirin bi hemû awayên xwe ve, xirabkirin, nêzîkatiyên hişk û îşkence.

-Rehîn girtin.

-Heqareta li rûmeta mirovan.

-Derxistina biryaran û pêkanîna cezayan bêyî ku dadgehek li pêşberî dadgeheke bi qanûnî hatiye damezrandin û hemû garantiyên dadwerî yên pêwîst li ber çavên gelên medenî, misoger dike.

Dewleta Tirk a dagirker li herêma Efrînê ya dagirkirî siyaseta guhartina demografîk didomîne û li ser vê yekê beriya çend rojan Rêxistina Lojîstîkî li Tirkiyê "IHH" li Efrînê hezar avahiyên mîtîngeriyê ava kirin.

Şêx Muslim ev nirxandin kir: "Timayên Tirkiyê zêdettir û berfirehttir bûne, nexasim li kantona Efrînê ya dagirkirî. Isbata vê yekê jî hezar avahiyên mîtîngeriyê ava kir û ev jî kiryarekî derqanûnî ye, ji ber ku dewleteke sînorê dewleteke din bin pê dike û li ser xaka wê avahiyên mîtîngeriyê ava dike, her wiha ev kiryar bi hemû awayan nayê qebûlkirin û armanc jê guhartina demografîk e, pê re jî biyaniyan ji hemû herêman tînin li malên sivîlên Kurd bi cih dikin, da li herêmê nasnameya kurdî biçewisînin."

Hiqûqnas Mistefa Şêx Muslim ev li axaftina xwe zêde kir: "Tişta ku em dikarin pê rabin da li herêmên dagirkirî dawî li sûcên Tirkiyê were, şopandin û belgekirin e da ji rêxistinên hiquqnas re pêşkêş bikin. Hin komîteyên NY`yê hene û erka wan belgekirina van sûcan e, lê mixabin ev alî jî di halê hazir de li gorî biryarên siyasî yên dewletên zilhêz tev digerin, di encamê de jî li gorî tê xwestin ne serbixwe ne û ne li gorî erka jê tê xwestin in, li ser vê yekê ev tedbîr ji me tê xwestin, dibe ku em bigihêjin encamekê."

(eh)

ANHA