Kongerya Star li Lubnanê salvegera damezirandina PKK pîroz kir

Kongreya Star a Lubnanê salvegera 43`yemîn a damezirandina PKK`ê li rêber Ocalan, kadroyên PKK`ê, gelê Kurd, malbatên şehîdan,girtiyên azadiyê û gerîlayên li çiyayên Kurdistanê pîroz kir.

Kongerya Star li Lubnanê salvegera damezirandina PKK pîroz kir
Kongerya Star li Lubnanê salvegera damezirandina PKK pîroz kir
Kongerya Star li Lubnanê salvegera damezirandina PKK pîroz kir
Kongerya Star li Lubnanê salvegera damezirandina PKK pîroz kir
28 mijdar, 2021   21:08
NAVENDA NÛÇEYAN

Kongreya Star a Lubnanê bi boneya salvegera 43`yemîn a damezirandina Partiya Karkerên Kudistanê (PKK) şahiyek li dar xist û bi dehan Kurdên li Lubnanê beşdarê bûn.

Di şahiyê de, daxuyaniyek hat dayîn û tê de wiha hate gotin:

"43 ji têkoşîna jib bo azadî û demokrasiyê jib o çar parçeyên Kurdistanê û pêkanîna hêviyên gelekî ku nasnameya wî hate çewisandin. Vê partiyê ji bo doza kurdî û ji bo jiyana aştiyan tevî gelên herêmê û dûrî qirkirinê, çareserî pêşkêş kirin.

Sîstema cîhanî ya serdest sîstemeke kapîtalîst e ku van hikumetên dîktator ava dike. Ji berê ve û heta niha têkoşîna PKK ji bo hemû gelên blindest û azadîxwaz li dijî sîstemên dîktator ên zordest , bi rêya pêşkêşkirina projeyên çareseriyê ji hemû dozên Rojhilata Navîn û aloziyên cîhanê re, dewam edike. Sîstemên zordest di vî fikirî û vê tevgerê de xeterî li ser xwe û berjewendiyên xwe dît, ji ber wê navê PKK xistin 'lîsteya terorê'.

Armanc ew e ku tevgera partiyê rawestînin û rastiya berovajî bikin da ku berjewendiyên xwe pêk bînin. Her wiha van hêzan gelek siyaset û komplo meşand, yek ji wan jî komploya qirêj a ji bo dîlgirtina rêber Ocalan bû da ku rê li belavkirina fikrên wî yên demokratîk bigire. Lê belê ev komplo bi bin ketin, ji ber ku fikir û felsefeya pir belav bû û parêznameyên rêbertî hemû sînorên welatên cîhanê derbas kirin. Tiştê em îro di şoreşa 19`ê Tîrmehê de dibînin, encama vî fikirî yê ku sîstema şovînîst a navendî bi sîstemeke demokratîk a li ser esasê biratiya gelan guherand.

PKK li doza jinan xwedî derket, têkoşerên jin ên di nava partiyê de bi berxwedan û fedekariyên xwe di berfirehkirina rêwîtiya partiyê de roleke mezin lîstin. PKK xwedî li rêwîtiya azadiya jinan derket. Şehîd Sakîna, Bêrîtan û Zîlan sembol û rihê têkoşîna PKK`ê ne.

Bi vê boneyê em hemû şehîdên azadiyê bi bîr tînin, em soza şopandina rêya wan heta pêkanîna xeyalên wan ên azadî, demokrasî û aştiyê didin. Em soza têkoşînê ji bo azadiya rêber Ocalan nû dikin. Em piştgiriyê didin hemleyên derxistina PKK`ê ji 'lîsteya terorê' ji ber ku ew yek li dijî rêgezên hiqûqî û qanûnên navneteweyî ye."