Foruma diyalogan: Divê gel xwe li gorî  şerê gelê şoreşgerî bi rêxistin bike

Foruma diyalogan li Kobanê bi encamnameyekê bi dawî bû. Di forumê de hate gotin ku divê gel xwe li gorî şerê gelê şoreşgerî birêxistin bike da ku xwe ji qirkirinan biparêze.

28 mijdar, 2021   16:44
KOBANÊ

Akademiya Civaka Demokratîk a Herêma Firatê bi dirûşmeya "Bi şerê gelê şoreşgerî, hebûna xwe biparêzin û azadiya xwe bi dest bixin" foruma diyalogan li dar xist. Forum ji sê mijarên li ser şerê gelê şoreşgerî pêk dihat.

Foruma diyalogan ji sê mijarên sereke pêk dihat ku ev jî ev in: "Pênasekirina şer û cureyên wê, mînakên li ser hin şerên ku berxwedana gelan tê de roleke sereke lîst û serkeftin qezenc kir û xwendina rêgezên şerê gelê şoreşgerî."

Bi dehan welatî, nûnerên Rêveberiya Xweser, saziyên sivîl ên herêma Firatê û çend kesayetên ji Reqa û Minbicê tev li foruma diyalogan a li hola Ronî War, bûn.

Destpêka foruma diyalogan hevserokê Meclisa Rêveber Mihemed Şahîn axivî û got: "Me şoreşek li dar xist û me bi hezaran şehîd dan, da em bi aştî bijîn û bibin gelekî şoreşger, ji ber ku me ji aliyê rêxistinên hikumdariya me dikirin ve, zehmetiya zilim û zordariyê dikişand, her wiha şerê taybet li ser me dimeşandin."

Dûvre endama berê ya Akademiya Civaka Demokratîk Seîde Yusif perspektîfên rêber Abdullah Ocalan ên derbarê rastiya şerê gelê şoreşgerî dexwend.

Rojnamevanê Ajansa Nûçeyan a Hawar li bajarê Kobanê Cuma Mihemed semînerek li ser pênasekirina têgehên "Şerê li dijî dijmin, şerê li dijî dagirker û şerê rewa" da.

Mamosteyê Zanîngeha Kobanê Delîl Şêxê jî çend mînakên şoreşên gel ên cîhanê yên ku bi ser ketine da.

Hevseroka Desteya Hundirîn a Herêma Firatê Sozdar Şêxo semînerek li ser şerê gelê şoreşgerî û karên ku dikeve ser milê civakê dema ku rastî êrişan were, da.

Piştî semînera duyemîn berdekê YPG`ê Nûrî Mehmûd bi rêya Skyp`ê derbarê şerê gelê şoreşgerî de, li hemberî şerê li dijî Rojava erkên dikeve ser milên gelê Kurd û rola şerê gelê şoreşgerî di avakirina welatan de axivî.

Di van semîneran de beşdaran têkildarî wateya şerê gelê şoreşgerî pirs kirin.

Di dawiyê de encamên foruma diyalogan hate xwendin û tê de ev yek hate destnîşankirin: "Divê gel jiyana xwe li ser bingeha şerê gelê şoreşger bi rêxistin bike, ger ne wiha be dê qirkirin pêk were. Rêber Abdullah Ocalan dibêje, hûn bi komkujî û qirkirinan re rû bi rû ne û li ser vê bingehê divê hûn xwe bi rêxistin bikin, lê ger taybetmendiyên şoreşgeran pêk neyên; nemumkin e ku jiyana azad were qezenckirin. Ji lewma bo şoreş û gel parastina hebûna xwe bikin, divê di çarçoveya şerê gelê şoreşgerî tê bikoşin û ev li her çar parçeyên Kurdistanê rastiyek e."

Li aliyekî din jî hate gotin ku şerê li Kurdistanê, şerê hebûn û azadiyê ye û dijmin heta niha dixwazin gelê Kurd qir bikin û tune bikin, ji lew re divê Kurd şer bike, parastina xak û hebûna xwe bike.

(eh)

ANHA