Jiyana aştiyane ya di navbera olan de mijara panelekê bû

Kongreya Civaka Îslama Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê panelek bi navê "Jiyana aştyane ya di navbera olên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de mînakeke" li dar xist.

Jiyana aştiyane ya di navbera olan de mijara panelekê bû
Jiyana aştiyane ya di navbera olan de mijara panelekê bû
Jiyana aştiyane ya di navbera olan de mijara panelekê bû
28 mijdar, 2021   16:30
QAMIŞLO

Panel bi beşdarbûna endamên saziyên perwerde, çandî, partî, yekitî û rêxistinên jinan, mafên mirovan û kesayetên olî yên hemû pêkhateyan li parka Xwendinê ya taxa Xerbî ya bajarê Qamişlo hate lidarxistin.

Panel ji aliyê hevserokatiya Kongreya Civaka Îslama Demokratîk Delal Xelîl û Mihemed Xerzanî û cîgirê hevserokatiyê Ebdurehman Bedirxan ve hate birêvebirin.

Hevserokê Kongreya Civaka Îslama Demokratîk Mihemed Xerzanî diyar kir ku ol ji bo xizmeta civakê hatine, lê desthilatan ol ji bo berjewendiyên xwe yên siyasî bi kar tînin.

Xerzanî destnîşan kir ku ola Îslamê ola lêborîn û efû ye banga hezkirinê dike û wiha domand: "Bi pêketina çirûsên serhildanan li Rojhilata Navîn ol ji xeta wê ya durist derxistin. Ev yek li Sûriyê diyar bû, piştî ku komên îslamî derketin ên ku bi navê îslamê tev digerin lê kiryarên wan dûrî îslamê ne."

Xerzanî îşaret pê kir ku li ku Bakur û Rojhilatê Sûriyê nimuneyeke olî heye û hewl dide têkiliyan ol û baweriyan pêş bixe.

Hevseroka Kongreya Civaka Îslama Demokratîk Delal Xelîl bal kişand ser rola jinan a belavkirina şatiyê di navbera olan de û got: "Jin nîvê civakê ye, civakê perwerde dike û bi rêya çanda diyalgan a di navbera hemû pêkhateyan de aştiyê di navbera olan de belav bike."

 Delal Xelîl diyar kir ku ji bo ku aştî pêk were divê jin di hemû qadan de cih bigre, civakê li ser esasê jiyana hevbeş a di navbera hemû olan de perwerde bike û semîneran li ser rastiya ola îslamê ji jinên di kampan de bide.

Cîgirê Hevserokatiya Kongreya Civaka Îslama Demokratîk Ebdurehman Bedirxan îşaret bi têgeha îslama demokratîk kir û got, îslama demokratîk xwe dispêre rêgezên exlaqê civakê di îslamê de û hewl dide hevsengî, wekhevî û edaletê pêk bîne.

Bedirxan wiha domand: "Ya ku pêwîstiya me pê heye, lêborîna olî ye, ev yek bandoreke diyar li jiyana ferd û civakan dike. Heger em karekî wiha pêk bînin wê jiyana aştiyane berhemên wê bibe û bi vê yekê em ê asoyên şaristanî mirovî li ser esasê erk û mafan xêz bikin."

Piştî axaftinana, beşdaran nêrînên xwe anîn ziman û girîngiya xurtkirina têkiliyan di navbera tevahî olên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de destnîşan kirin.

ANHA