Nûrî Mehmûd: Divê em erka xwe li hemberî welat pêk bînin

Berdevkê YPG`ê Nûrî Mehmûd di foruma diyalogan a li Kobanê de bang li gelê herêmê kir ku li hemberî êrişên muhtemel amade bin û got: "Divê em erka xwe li hemberî welatê xwe bi cih bînin û parastina wê bikin."

Nûrî Mehmûd: Divê em erka xwe li hemberî welat pêk bînin
28 mijdar, 2021   14:36
KOBANÊ

Di foruma diyalgan a li Kobanê ya di dirûşmeya "Bi şerê gelê şoreşgerî...Em ê hebûna xwe biparêzin û bigihêjin azadiya xwe" de berdevkê YPG`ê Nûrî Mehmûd axivî.

Mehmûd bi rêya Skyp`ê tev li forumê bû û got: "Dema em dixwazin bibin gelekî şoreşger, divê em ji her tiştî re amade bin, divê em li hemberî welatê xwe erka xwe bi cih bînin û paratina wê bikin û şerê dijminên ku hewl dide vîna me têk bibe, bikin."

Berdevkê YPG`ê ev li gotina xwe zêde kir: "Divê em têkoşînê pîroz bibînin û dikeve ser milên 7 salî heta 70 salî anku erka biçûk û mezinan e. Dema gel şoreşger be, zehmet e dijmin wan têk bibe, pê re jî dijminê derbasî herêmên wan bibin dê bi bin keve, mînaka wê jî Kobanê û Şêxmeqsûd e."

Di dawiyê de berdevkê YPG`ê Nûrî Mehmûd bang li gel kir ku piştgiriya hêzên leşkerî û saziyên Rêveberiya Xweser bikin.

(eh)

ANHA