27'ê Mijdarê li Tirbespiyê hate pîrozkirin

Salvegera 43'an a damezirandina PKK'ê li bajarokê Ebû Firai yê navçeya Tirbespiyê hate pîrozkirin.

27'ê Mijdarê li Tirbespiyê hate pîrozkirin
28 mijdar, 2021   14:29
QAMIŞLO

Şêniyên bajarokê Ebû Firai yê dikeve başûrê navçeya Tirbespiyê ya kantona Qamişlo salvegera 43'an a damezirandina PKK'ê bi şahiyekê pîroz kirin.

Şahî bi beşdarbûna pêkhateya Ereb li ber avahiya Şaredariya Gel a Ebû Firai hate lidarxistin û bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir.

Paşê hevserokê Meclisa Qanûnsaz a Herêma Cizîrê Hikumet Hebîb axivî û diyar kir ku têkoşîna hevpar a pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê sedema serkeftinên di hemû qadan de ye.

Her wiha îşaret pê kir ku gelên bindest fikir û felsfeya azad a rêber Abdulla Ocalan pejirandine û got, felsfeya rêbertî rêya yekane ya pêkanîna azadiyê ye.

Paşê endama Meclisa Navçeya Tirbespiyê Fehîma Temo diyar kir ku vejîna PKK'ê pêgaveke nû ya azadî û jiyaneke bi rûmet  ji bo gelên bindest bû.

Piştî axaftinan, helbestvan Qusey Hebîb helbest li ser yekitiya gelan û têkoşîna wan xwendin.

Şahî bi stranên koma çand û hunerê û koma hunermend Tariq Hisên a govendên folkolrî bi dawî bû.

ANHA