Hevjîna welatiyê di bin îşkenceyê de hate qetilkirin hurguleyên revandina wî eşkere kirin      

Malbata Silêman Nûrî Nûman ê ku di bin îşkenceya çeteyên dewleta Tirk de jiyana xwe ji dest da, destnîşan kir ku Silêman Nûman ji sala 2018’an û vir ve di girtîgeha Rayî ya gundewarên bakurê Helebê de ji aliyê çeteyan ve hat revandin.

Hevjîna welatiyê di bin îşkenceyê de hate qetilkirin hurguleyên revandina wî eşkere kirin      
28 mijdar, 2021   14:48
HELEB

Çavkaniyên ji Efrînê ragihandin ku çeteyên dewleta Tirk a dagirker ku girtîgeha bajarokê Rayî yê gundewarên bakurê Helebê kontrol dikin, welatiyê bi navê Silêman Nûrî Nûman ê 51 salî ji gundê Bozîkê ya bajarê Efrînê yê dagirkirî qetil kir.

Hevjîna Silêman Nûman, Heyfa Elî ji ajansa me re got: "Ji dema dagirkirina Efrînê ve hevjînê min winda bû, me hêviya xwe ji dest da û me fikirî ku ew miriye".

Li gorî Heyfa Elî, Silêman Nûrî Nûman ji sala 2018'an ve ango ji dema ku dewleta Tirk kantona Efrînê dagir kiriye, hat revandin. Silêman bavê çar zarokan e (kurek û sê keç) ji gundê Bozîka yê navenda Efrînê ye. Hevjîna Silêman wiha dibêje: "Silêman Nûrî Nûman ji Efrînê derneket, ji ber ku li wir kar dikir ku pêwîstiyên malbata xwe yên ku piştî dagirkirinê koçberî Helebê bû peyda bike. Artêşa Tirk ew revandin û eşkere nekirin ku ew li gel wan e, lê piştî hewldanên lêgerînê hate diyarkirin ku ew li girtîgeha Rayî ya li bajarokê ye."

Hevjîna Silêman Nûman diyar kir ku çeteyên dagirker nehiştin ku malbata wî serdana wî bikin, tenê 2 deqeyan carekê bi telefonê bi wî re axivîn.         

Tê payîn ku cenazeyê Silêman Nûrî Nûman li gundê wî Bozîkê were veşartin. Li gorî rapora herî dawî ya Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn – Sûriyê, hejmara kesên ku li Efrînê hatine revandin ji dema dagirkirina Efrînê ve gihîştiye zêdetirî 7 hezar û 754 kesan, her wiha di raporê de hate destnîşan kirin ku heta niha çarenûsa piraniya revandiyan ne diyar e.

(dx)

ANHA