Hevseroka Meclisa Rêvebir a Minbicê: Hevgirtina gel tê hedefgirtin

Nezîfe Xilo êrişa vê dawiyê ya ku welatiyên bajarê Minbicê hedef girt, wekî sûcekî terorî bi nav kir. Her wiha bal kişand ser hewldanên têkbirina ewlehî û aramiya bajarê Minbicê.            

Hevseroka Meclisa Rêvebir a Minbicê: Hevgirtina gel tê hedefgirtin
28 mijdar, 2021   13:55
MINBIC- EHMED QERACÊ

Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê rastî gef û hedefgirtinên aliyê ku dixwazin ewlehî û aramiya herêmê têk bibin, tên. Êrişa herî dawî jî teqîna erebeyeke li nêzî çarxerêya şehîdan li navenda bajarê Minbicê bû, ku di encamê de 4 sivîl di nav wan de jinek û zarokekî jiyana xwe ji dest dan û 3 kes jî birîndar bûn.

Hevseroka Meclisa Rêvebir a bajarê Minbicê û gundewarê wê Nezîfe Xilo destnîşan kir ku bajarê Minbicê û tevahî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rastî gefên dewleta Tirk tên.

Nezîfe Xilo diyar kir ku wê êrişê malbatek ku ji 7 kesan pêk dihat kir hedef, di encamê de 4 kesan jiyana xwe ji dest da û 3 jî birîndar bûn. Bêguman tevahî aliyên dijber ên li Sûriyê naxwazin ku ev herêm ewle û aram bimîne.

Her wiha Nezîfe Xilo wiha domand: "Ew her tim dixwazin ewlehî û aramiya Minbicê têk bibin, lewma divê şêniyên Minbicê ji van sûcan haydar bin û divê di rewşên gumanan de aliyên peywendîdar yên ewlekariyê agahdar bikin."

Hevseroka Meclisa Rêvebir a bajarê Minbic û gundewarên wê Nezîfe Xilo wiha bi dawî kir: "Bajarê Minbicê di encama hevgirtina gelê wê de her tim rastî gefên bi vî rengî tê. Hin alî rewşa aramî û ewlehiyê ya li Minbicê ne li gorî daxwazên hin hêzên xêrnexwaz e, lewma hewl didin li herêmê fitne û tevliheviyê çêkin. Ji ber vê yekê em wê teqîna ku pê hatî wekî sûcekî terorî dibînin."

(dx)

ANHA