Li Behdînanê di navbera gerîla û hêzên dagirker de şer derket

Li gorî nûçeya Rojnewsê, li gundê Hirûrê yê herêma Behdînanê di navbera gerîlayan û leşkerên dewleta Tirk a dagirker de şer derketiye.

Li Behdînanê di navbera gerîla û hêzên dagirker de şer derket
28 mijdar, 2021   13:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Berxwedana dîrokî ya gerîlayên azadiyê li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker li dijî başûrê Kurdistanê dewam dike.

Li gorî agahiyên ku Rojnewsê bi dest xistine, îro li gundê Hirûrê ya ser bi bajarokê Kanî Masî ya ser bi herêma Behdînanê, di navbera gerîlayên azadiyê û leşkerên dewleta Tirk a dagirker de şer çêbûye.

HPG’ê heta niha têkildarî mijarê tu daxuyanî nedaye.

Lê li gorî zanyariyan, gerîlayên azadiyê ji bo pîrozkirina salvegera damezrandina PKK’ê, li dijî leşkerên Tirk çalakî lidarxistine.