PYD şehîd Şîlan û hevrêyên wê di salvegera şehadeta wan de bi bîr anîn

PYD bi daxuyaniyekê şehîd Şîlan û hevrêyên wê di 17`emîn salvegera şehadeta wan de bi bîr anîn û got: "Em teqez dikin ku bi şehadeta şehîd Şîlan û rêhevalên wê, dîrok û destaneke nû ya gelê me di dîroka netewan de hat nivîsandin.”

PYD şehîd Şîlan û hevrêyên wê di salvegera şehadeta wan de bi bîr anîn
28 mijdar, 2021   13:34
NAVENDA NÛÇEYAN

29'ê Mijdarê, 17'emîn salvegera şehadeta Şîlan Kobanê û rêhevalên wê (Cemîl, Zekeriya, Ciwan û Fûad) e yên ku sala 2004'an dema vedigeriyan Rojava li bajarê Mûsilê yê Iraqê di encama kemînekê de, şehîd bûbûn.

Bi vê boneyê Meclisa Giştî ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hate gotin: "Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) gelên herêmê û azadên cîhanê bi boneya 17`emîn salvegera şehadeta komek ji rêveberiya partiyê şehîd (Şîlan Kobanê) û hevrêyên wê (Cemîl, Zekeriya, Ciwan , Fûad) bi bîr tînin. Ew heval di 29’ê Mijdara sala 2004’an di kemînekê de ji hêla zîhniyeta şovenîst a Baasî û Turan û komeke çeteyan ve li bajarê Mûsilê yê Iraqê li ser rêya vegera bo qada şer li Rojava (bakur û rojhilatê Sûriyê) şehîd bûbûn.

Em di nava şoreşeke civakî, exlaqî, siyasî û demokratîk de ne, ji bo avakirina Sûriyeke pirrengî û nenavendî, tevî hewldana hin hêzan ji bo têkbirina projeya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, ev proje çareseriya hemû pirsgirêkên gelên Ereb, Kurd, Suryanî, Ermen û yên din e. Ev proje her wiha çareseriyek giştî ya ji bo peydakirina îstiqrar û dadmendiya civakî ji bo tevahiya Sûriyê û gelê wê ye û ev yek bi saya fedekariya şehîdan û berxwedana gelê me li dijî hemû komplo, plan û terorîstan tê. Rêxistin û hemû lîstokên deshilatdariya Şam û Enqereyê û hewldanên têkbirina mafên me yên rewa û îradeya gel li bakur û rojhilatê Sûriyê, ev komplo çi ji hundir an ji derve bin wê bi ser nekevin. Em teqez dikin ku em amade ne ji diyalogê re bi hemû aliyan re ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê bi rêya aştiyê û demokrasiyê, bi awayekî ku mafên pêkhateyên gelê me li bakur û rojhilatê Sûryê were misogerkirin."

Em Partiya Yekîtiya Demokratîk teqez dikin ku şehadeta şehîd Şîlan û rêhevalên wê dîrokek nû û destaneke nû ya destanên gelê me di dîroka gelan de tomar kir. Ev bîranîn wê di dil û mêjiyê gelê me û nifşên ku heta niha ala azadî û demokrasiyê bilind dikin de nemir bimîne, sekna xwe ya li ser şopandina şopa şehîdan heta pêkanîna xeyalên şehîdên me teqez dikin, di avakirina civakeke exlaqî, demokratîk, pirrengî, nenavendî de, bi piştgiriya projeya Rêveberiya Xweser li bakur û rojhilatê Sûriyê ku weke modelek ji bo çareseriya Sûriyeya pêşerojê. Em bang li civaka navdewletî û rêxistinên mafên mirovan dikin ku li hemberî dagirkeriya Tirk a ku destûrê dide hemû qedexeyan li ser gelê Sûriyeyê, rawestin."

(dx)