Şêniyên Minbicê: gef û êriş vîna me naşkînin

Şêniyên bajarê Minbicê piştrast kir ku êrişa roja şemiyê ku di encama wê de 4 sivîl hatin qetilkirin û 3 jî birîndar bûn, armanc jê ew bû ku ewlehî û istîqrara van herêman têk bibin, lê ew armanc wê neçe serî.

Şêniyên Minbicê: gef û êriş vîna me naşkînin
28 mijdar, 2021   13:25
MINBIC – EHMED QERACE

Beriya du rojan erebeyek li nêzî çerxerêya şehîdan a li navenda bajarê Minbicê teqiya. Di encamê de 4 sivîlan ku jinek û zarokekî biçûke jî hebûn, jiyana xwe ji dest dan û 3 birîndar bûn.

Têkildarî wê welatiyê bi navê Ehmed El-Cemîlî diyar kir ku teqîna  beriya du rojan sivîl kirin hedef, her wiha destnîşan kir ku ev ne cara yekemîn e ku sivîl tên hedefgirtin.

El-Cemîlî wiha lê zêde kir:" Tişta ku tê hedefgirtin, projeya netewa demokratîk û gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên li ser fikirê ku azadiya hemû gelan esas digire, dimeşin e. Li hemû Sûriyê ewlehî û istîqrar tenê herêmên Rêveberiya Xweser heye, ji ber vê yekê hêzên xêrnexwaz vê herêmê dikin hedef.

El-Cemîlî di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku ev gef û êriş wê tu carî vîna wan neşkîne, berovajî wê dê vîna wan bi hêztir bibe, da ku bigihêjin armanca xwe û pirojeya xwe ya neteweya demokratîk li tevahiya Sûriyê pêk bînin.

welatiya bi navê Hedîl El-Casim anî ziman ku teqîna ku sivîl kirin hedef, armanc jê ew bû ku tirsê di nava gel de ava bike. Her wiha diyar kir ku divê şênî di van şert û mercan de bi hev re bin da ku bajar di nava aramiyê de bin.

Her wiha şêniya bi navê Îsra El-Hesen jî destnîşan kir ku armanca teqîna ku ji aliyê şaneyên veşartî ve pêk hatiye ew e ku istîqrar û ewlehiya herêmên Rêveberiya Xweser têk bibe. Her wiha divê diyar kir ku divê di vê demê de gel yekgirtî be da ku bikaribin projeya neteweya demokratîk bibin serkeftinê.

(dm)

ANHA