Li Heleb û Kobanê pîrozbahiyên 27'ê Mijdarê

Bi dirûşmeya "Wê salvegera 43`an a partiya vejînê bibe sala azadiya rêber APO û misogeriya jiyana azad" bi sedan şêniyên Heleb û kantona Kobanê salvegera 43`an a damezrandina PKK`ê  pîroz kir.

27 mijdar, 2021   16:33
KOBANÊ

Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyê  ya herêma Firatê bi boneya salvegera damezrandina Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) şahiyek bi beşariya bi sedan şêniyên kantona Kobanê, nûnerên saziyên Rêveberiya Xweser û nûnerên partiyên kurdî orgenîze kir.

Şahî li qada Şehîd Egîd a bajarê Kobanê li dar ket. Qad bi wêneyên rêber Abdullah Ocalan hate xemilandin.

Şahî bi rêzgirtinê dest pê kir, piştre hevserokê Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyê ya Herêma Firatê Mihemed Mehmûd salvegera damezrandina PKK`ê li rêber Ocalan û malbatên şehîdan pîroz kir. Mehmûd da zanîn ku wê îsal bibe sala azadiya rêber Abdullah Ocalan.

Mihemed Mehmûd îşaret bi têkoşîna PKK`ê ya ku ji beriya 43`ê salan ve li dijî faşîzma Tirk kir û got, partî li hemberî hemû hewldanên têkbirina têkoşîna wê ya rizgariyê li ber xwe dide.

Paşê Koma Şehîd Dîlan a Navenda Baqî Xido ya Çand û Hunerê ya Kantona Kobanê çend stranên folklorî pêşkêş kirin. Her wiha koma Botan jî çend stranên pêşkêş kirin û beşdaran govend gerandin.

HELEB

Bi wesîleya salvegera 43`an a damezrandina PKK`ê, bi hezaran şêniyên Helebê li qada Şehîdan a rojavayê taxa Şêxmeqsûd civiyan.

Beşdaran alên partiyê û wêneyên rêber Abdullah Ocalan rakirin. Qada şahiyê jî bi wêneyên şehîdên destpêkê yên partiyê xemilandin, ji wan şehîd Kemal Pîr, Mihemed Xeyrî Dûrmûş û Akif Yelmaz.

Şahî bi rêzgirtinê dest pê kir, dûvre bi navê şêniyên taxa Şêxmeqsûd Mistefa Hemo û bi navê Komîteya Azadiya Rêbertî Amîne Xidro axivîn.

Kesên axivîn salvegera partiyê li gelê azadîxwaz pîroz kir û gotin: "Tevlêbûna hemleya derxistina Partiya Karkerên Kurdistanê ji lîsteyên terorê, bersiveke baş a ji têkoşîn û berdêlên partiyê bi armanca parastina gel ji qirkirinê dane."

Kesên axivîn soza şopandina rêya şehîdên têkoşîna azadiyê da.

Di dawiyê de hunermed Ehmed Xanî, Koma Agirî ya stranan, Koma Şehîd Serhad a dîlanên folkloarî, Koma Çiya Hawar û komeke hunermendên din stran û govend pêşkêş kirin û beşdaran govend gerandin.

(eh)

ANHA