Li Dêrazorê dewreya 7'emîn a hemşîretiyê bi dawî bû

Li navçeya Sûsê ya gundewarê rojhilat ê Dêrazorê dewreya 7'emîn a hemşîretiyê ya ku 60 endaman tev lê bûbûn, bi dawî bû.

Li Dêrazorê dewreya 7'emîn a hemşîretiyê bi dawî bû
27 mijdar, 2021   16:39
 NAVENDA NÛÇEYAN

Di çarçoveya pêngava bi diruşma "Di her malekê de hemşîreyek" de ya ku ji aliyê Meclisa Ciwanên Dêrezorê ve hatiye ragihandin, dewreya 7'emîn a hemşîretiyê ku  60 endam tev lê bibûn, bi dawî bû.

/ar/uploads/files/2021/11/27/150136_tht-shaar-fy-kl-byt-msaf-ljnh-alshbab-walryadhh-tkhrj-dwrtha-alsabah-28129.webp

Dewreya perwerdeyê 50 rojan berdewam kir. Endaman waneyên piratîk û teorî derbarê tedewiya şewat û birînan û dalqandina sîrom û derzîkirinê de dîtin. Endamên derçûn dê di beşa tendirustiyê de werin bi cihkirin.

Meclisa Ciwanên Dêrazorê dê vekirina dewreyên hemşîretiyê berdewam bike.

(la)

ANHA