Kongreya Star  salvegera damezrandina PKK'ê pîroz kir

Koordînasyona Kongreya Star salvegera 43'an a damezrandina PKK'ê pîroz kir, banga xurtkirina têkoşîna ji bo azadiya fîzîkî  ya rêber Abdullah Ocalan û piştgirîkirina hemleyên derxistina navê partiyê ji "lîsteya terorê" kir.

Kongreya Star  salvegera damezrandina PKK'ê pîroz kir
26 mijdar, 2021   14:37
QAMIŞLO

Koordînasyona Kongreya Star bi boneya salvegera 43'yemîn a damezrandina Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) daxuyaniyeke nivîskî weşand. Daxuyanî wiha ye:

"Em 43’yemîn salvegera damezirandina Partiya Karkerên Kurdistanê li rêber Ocalan, hemû hevalan, fermandar û kadroyên PKK'ê, gelê me yê berxwedêr, malbatên şehîdan, têkoşerên di zindanan e û gerîlayên li çiya, pîroz dikin.

Ji bo azadî, demokrasî, pêkaganîna hêviyên gelê, çareserkirina doza kurdî, jiyaneke aştiyane bi gelên herêmê re, dûrî qirkirinên li hemberî gelên ku pergelên dîkator a şofonîst  ji bo her çar parçeyên Kurdistanê 43 sal têkoşîn û berxwedan tê kirin.

Pergla global a serdest sîstemeke kapîtalîst e ku van hikumetên dîktator ava dike. Têkoşîna Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ji bo hemû gelên bindest û li dijî rejîmên dîktator ên mêtînger banga azadî û aştiyê dike, hîn jî didome. Bi rêya çareseriyên ji bo hemû aloziyên Rojhilata Navîn û aloziya cîhanî ku xizmeta berjewendiyên rejîmên serdest dike ku ev fikir û tevger wekî metirsiyekê li ser xwe û berjewendiyên xwe dîtin, lew ra navê PKK'ê xiste nav lîsteya terorê.

Armanca vê jî hewldana cemidandina partiyê û veşartina rastiyê û pêkanîna berjewendiyên xwe. Ji ber ku felsefeya partiyê li pêşiya berjewendiyên wan ên mêtînger bû asteng. Ev hêz van kiryar bes nekir, gelek siyaset û komplo çêkirin ku ev komploya qirêj a ku rêbertî tê de hate girtin, ji bo sînordarkirina belavkirina ramanên rêbertî yên demokratîk. Lê ev komplo têk çû, ji ber ku fikir û felsefeya rêbertî zêdetir belav bû û hemû welatên cîhanê hejand. Tişta ku em îro di Şoreşa 19’ê Tîrmehê de dibînin berhemên vê ramanê ye ku li şûna sîstema navendî ya şovenîst, sîstema demokratîk a biratiya gelan hatiye avakirin.

Ramanê rêber Ocalan belav bû, Îmralî ji zindanê veguherî akademiya belavkirina ramanên azadî û demokrasiyê.

Ev partî bi têkoşîn û berxwedanên têkoşerên jin ên di nava partiyê de, roleke mezin lîst. Şehîdên jin (Sakîne, Bêrîtan û Zîlan) sembola têkoşîn û rihê tevgerê ne.

Bi vê boneyê em hemû şehîdên azadiyê bi bîr tînin û soza şopandina rêya wan didin heta ku armancên xwe yên azadî, demokrasî û aştiyê pêk bînin. Em soza têkoşînê ya ji bo azadiya rêber Abdullah Ocalan nû dikin, her wiha piştgiriyê didin hemleyên ku banga derxistina navê PKK ji lîsteya terorê dikin, ji ber ku xistina navê PKK'ê di lîsteya terorê de ne li gorî pîvan û qanûnên navneteweyî ye."

(dx)

ANHA