​​​​​​​Ji bo hevdîtina bi rêber Ocalan re serlêdan hat kirin

Malbatên rêber Abdullah Ocalan, Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş ji bo hevdîtinê serlêdan kirin.

​​​​​​​Ji bo hevdîtina bi rêber Ocalan re serlêdan hat kirin
26 mijdar, 2021   14:54
NAVENDA NÛÇEYAN

Birayê rêber Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan û wekîlê wî Mazlûm Dînç, birayê Omer Hayrî Konar Alî Konar, birayê Hamîlî Yildirim Polat Yildirim û xwişka Veysî Aktaş Melîhe Çetîn roja yekşemiyê bi daxwaza hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsa dan.

Malbatan bi rêya Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê, ji bo Miduriyeta Saziya Ceza û Înfazê ya Girtîgeha Sergirtî ya bi Ewlekariya Bilind a Tîpa F ya Îmraliyê re jî serlêdan kirin.