Xwepêşandanên li Îranê dewam dikin

Li parêzgeha Esfehan a Îranê xwepêşandanên li dijî kêmbûna avê dewam dikin. Polîsan li dijî xwepêşandêran bombeyên gazê bi kar anîn.

Xwepêşandanên li Îranê dewam dikin
26 mijdar, 2021   13:51
NAVENDA NÛÇEYAN

Ruxmî hewldanên hêzên ewlekariyê yên belavkirina xwepêşandêran jî, “xwepêşandanên tîbûnê” li parêzgeha Esfehan a Îranê dewam dikin.

Malpera El-Erebiye li gorî dezgehên çapemeniyê yên xwecih ragihand ku polîsan ji bo belavkirina xwepêşandêran bombeyên gazê bi kar anîne.

Ev hefteyek e li parêzeha Esfehan li dijî ziwabûna çemê Zayandeh Rud û bikaranîna ava çem ji bo pîşesaziyên leşkerî û bazirganiyê yên hikumetê, xwepêşandan tên lidarxistin. Polîsan duh li parêzgehê êriş biribûn ser konên cotkaran û agir pê xistibûn, her wiha nehiştin ku cotkarên li Esfehanê xwepêşandanê dewam bikin.

Ji hefteya borî ve bi hezaran kes derketin kolanan û li hemberî tîbûnê û ziwabûna berhemên wan dengê xwe bilind dikin.