Mîhrîcana Amara ya Çand û Werzîşê didome

Mîhrîcana Amara ya Çand û Werzîşê ya Duyemîn ku ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger ve li herêma Efrînê hatiye lidarxistin, di roja sêyemîn de didome.

Mîhrîcana Amara ya Çand û Werzîşê didome
Mîhrîcana Amara ya Çand û Werzîşê didome
Mîhrîcana Amara ya Çand û Werzîşê didome
Mîhrîcana Amara ya Çand û Werzîşê didome
Mîhrîcana Amara ya Çand û Werzîşê didome
26 mijdar, 2021   13:40
ŞEHBA

Di çarçoveya çalakiyên Mîhrîcana Amara ya Çand û Werzîşê de ku bi dirûşma "Bi pêşxistina çand û ramanê, werin cenga azadiyê" li dar dikeve, îro li ser dika Çiyayê Kurmênc a Navenda Tevgera Çand û Hunerê ya herêma Efrînê şano hatin pêşkêşkirin.

Bi sedan nûnerên sazî û meclisên herêmî yên herêma Efrînê beşdar bûn.

Di çalakiyê de koma helbestan a şehîd Ezîz Ereb çend helbestên li ser êşa gelên Ereb û banga şoreşa li dijî rejîmên serdest pêşkêş kirin. Piştre Koma Nûjan Serdar a muzîkê çend stran pêşkêş kirin, her wiha koma ciwanên Kefernaye ya Ereb govendên gelêrî pêşkêş kirin.

Her wiha Koma Basil Qulxasî El-Tirkmenî çend stranên bi tirkmenî pêşkêş kirin. Piştre Koma Barîn Kobanê ya Jinan çend govend pêşkêş kirin.        

Di dawiya çalakiyê de endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyê ya kantona Şehbayê şanoyek têkildarî rola meclis û komînan nîşan da.

Mîhrîcana Amara ya Çand û Werzîşê dê sibe bi xelatkirina komên beşdar bi dawî bibe.

(dx)

ANHA