'Ne dûr e ku sûcê li dijî zaroka kêmî 2 saliyê çeteyekî dewleta Tirk kiribe'

Endama Koordînasyona Kongreya Star Rîhan Loqo got sûcê li dijî zaroka kêmî 2 saliyê dişibe sûcên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê û ne dûr e ku sûcdar çeteyekî dewleta Tirk a dagirker be.

'Ne dûr e ku sûcê li dijî zaroka kêmî 2 saliyê çeteyekî dewleta Tirk kiribe'
26 mijdar, 2021   10:31
QAMIŞLO-SILAVA EBDUREHMAN

Li kantona Şehbayê di 13`ê Mijdarê de sûcekî hovane li dijî zarokeke 1 salî û 8 mehî pêk hat.

Şêniyên herêmê diyar kir ku piştgiriya malbata zarokê dikin û got divê hesab ji sûcdar were xwestin.

Têkildarî mijarê endama Koordînasyona Kongreya Star a Rojavayê Kurdistanê Rîhan Loqo ji ajansa me re axivî û got: “Ev sûc li dijî hemû pîvanên mirovahiyê ye.”

Rîhan bang li saziyên hiqûqî û yên mirovî û kesên azadîxwaz kir ku kir ku li hemberî zîhniyeta baviksalar û kesên hewl didin azadiya mirovan têk bibin, serî hildin û li hemberî hemû cureyên tundiyê û dagirkeriyê tê bikoşin.

Her wiha Rîhan destnîşan kir ku gelek alî hewl didin bi rêya van sûcên hovane, fesadî û fitneyê di navbera gelan de pêk bînin û têkoşîna gelê herêmê ya ji bo avakirina jiyeneke azad û birûmet dikin hedef.

Rîhan Loqo diyar kir ku ji ku sûcê li dijî zaroka 1 salî û 8 mehî dişibe sûcên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê, ne dûr e ku sûcdar çeteyekî dewleta Tirk a dagirker be.

Rîhan bang li rêxistinên hiqûqî û mirovî yên cîhanê kir ku erkên xwe bînin cih û li hemberî tundiya li ser jinan û zarokan bisekinin, sûcdaran darizînin. Rîhan Loqo di dawiyê de got: “Em piştgiriya malbata zarokê dikin. Li hemberî hemû kesên hewl didin destkeftiyên me têk bibin, em ê têkoşînê mezin bikin. Em armanc dikin ku civakeke azad û bêtundî ava bikin.”

(şx)

ANHA