​​​​​​​Li başûrê Idlibê di êrişeke Rûsyayê de jinek hat kuştin

Balaafirên Rûsya li derdorê gundê Şan ê başûrê Idlibê êrişeke hewayî pêk anî, di encamê de jinek hat kuştin û 3 kesên din birîndar bûn.

​​​​​​​Li başûrê Idlibê di êrişeke Rûsyayê de jinek hat kuştin
25 mijdar, 2021   11:55
 NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR), balafirên Rûsya li derdorê gundê Şan ê çiyayê Zawiyê yê başûrê Idlibê, êrişek hewayî pêk anî. Di êrişê de jinek hat kuştin û 3 kesên din ên li nava zeviyên zeytûnan ên li wê herêmê kar dikirin, birîndar bûn.