Çalakiyên 25'ê Mijdarê li Şehba û Helebê

Bi hezaran şêniyên herêma Efrîn û bajarê Helebê bi boneya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li ser Jinan a Cîhanê meşiyan.

25 mijdar, 2021   12:36
NAVENDA NÛÇEYAN

ŞEHBA

Kongreya Star îro li kantona Şehbayê meşek organîze kirin. Bi hezaran şêniyên kantona Şehba û koçberên Efrînê bi dirûşma "Ji bo têkbirina tundî û dagirkeriyê, têbikoşe" beşdarî meşê bûn.

Meş ji têketina navçeya Fafîn dest pê kir û ber bi qada dibistana ajotinê dewam kir.

Beşdaran wêneyên rêber Abdullah Ocalan, şehîdan, alên Kongreya Star û Meclisa Jina Azad a Şehbayê  û pankertên bi zimanê kurdî û erebî hildan.

Li qada dibistanê, meş veguhirî mitîngê. Li ser navê Kongreya Star a herêma Efrîn Şîraz Hemo axivî û got 25'ê Mijdarê roja bilindkirina têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan e, ji ber ku tundiya li dijî jinê tundiya li dijî tevahî civakê ye.

Şîraz Hemo destnîşan kir ku zîhniyeta desthildar a kapîtalîsta cîhanê û dewletên mezin û bi taybet dewleta Tirk hewl dide ku vîn û israra jina azad a ku terora cîhanê têk biriye, bişkîne.

Yek ji endamên rêveberiya Yekitiya Jina Azad a Şehbayê Fatima Cemo jî axivî û got:" Jinên Bakur û Rojhilatê Sûriye ji cîhanê re bûye nimûne."

Fatima diyar kir ku jinê karî kevneşopiyan ku civakê ew pê sînordar kiriye, bişkîne.

HELEB

Bi hezaran şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê meşekek girseyî li dar xist. Meş bi dirûşmeya “Na ji dagirkerî û qirkirinê re, em ê jin û jiyanê biparêzin” ji aliyê Kongreya Star ve hate birxêstinkirin.

Meşê ji pêşiya hola civînan a rojavayê taxa Şêxmqsûd dest pêk kir, din ava kolanên sereke re dewam kir.

Meşvanan wêneyên rêber Abdullah Ocalan, wêneyên şehîdan, wêneyên xwişkên Mirabal û pankertên bi nivîsên “Jina zana jiyanê xweşik dike, Bi rihê berxwedana Sakîna, Leyla û Fîdan em ê rêber Apo rizgar bikin”, rakirin.

Li qada cebenat a li rojhilatê taxê, meş veguherî mitîngê. Li wir, endama rêveberiya Kongreya Star Nehla Mistefa axivî û pesna fedekariyên jinan da ku roleke pêşeng di Şoreşa Rojava de lîstin.

Nehla diyar kir ku şoreşa jinan a ji xwişkên Mirabal dest pê kiriye, bi saya şehîdên wekî Leyla, Fîdan, Zehra, Emîne, Gulê Selmo û Fatima Hecî heta roja îro dewam dike û got: “Jinên ku gihaştine asta şehadete, bûne nimûneya aştiyê.”

Nehla her wiha behsa destkeftiyên ku jinan bi dest xistine kir û wiha domand: “Rêber Ocalan bang li jinan kir ku daxwaza mafên xwe bikin û xwe ji qeydên koletiyê xilas bikin, dengê xwe bilid bikin û tundiyê qebûl nekin.”

Nehla Mistefa bang li tevahî jinan kir ku hevgirtî bin, têkoşîna li dijî tundiyê bilind bikin û azadiya xwe û azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan pêk bînin.

Endama rêveberiya Meclisa Giştî ya Taxa Şêxmeqsûd û Eşrefiyê Sekîne Çerkes jî, destnîşan kir ku kuştina xwişkên Mirabal di rêwîtiya berxwedanê ya jinan de guhertin çêkir.

Mitîng bi dirûşmeyên silavkirina berxwedan û têkoşîna jinan bi dawî bû.

(dm-cx)

ANHA