Koordînasyona Jinan a Tebqayê: Divê hesab ji kujeran were xwestin

Koordînasyona Jinan a Tebqayê bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan a Cîhanê îro daxuyaniyek da û tê de banga hesabxwestina ji kujerên çalakvan û siyasetmedaran kir. Koordînasyonê sûcên dewleta Tirk ên li dijî jinan ên li herêmên dagirkirî şermezar kirin.

Koordînasyona Jinan a Tebqayê: Divê hesab ji kujeran were xwestin
25 mijdar, 2021   10:42
TEBQA

Gelek jinên endamên Rêveberiya Sivîl a Herêma Tebqayê beşdarî dayîna daxuyaniyê bûn. Daxuyanî li pêşiya avahiya Rêveberiya Sivîl a Tebqayê ji aliyê hevseroka Komîteya Jinan a Tebqayê Wela El-Nacî ve hat xwendin.

Daxuyanî wiha ye: "Tundiya li dijî jinan û zarokên keçîn binpêkirineke cidî ya mafên mirovan e. Encamên wê yên demdirêj ên fîzîkî, cinsî û hişmendî hene. Tundiya li ser jinan li ser başbûna jinan bi giştî bandorê dike û nahêle jin bi temamî beşdarî civakê bibin.

Encamên neyînî yên tundiya li ser jinan, her wiha bandorê li malbat û civaka wan dikin. Rêbazên pêkanîna tundiya li dijî jinan gelek in û gef, xapandin, destdirêjî, biçûkxistin hinek ji wan in.

Bûyera ku hişt ev roj bibe Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan, vedigere sala 1960`î. Dema her sê xwişkên Mirabal ji aliyê dîktator Trujillo ve hatin kuştin. Kengî civak ji biçûkxistina jinan xilas bû wê demê em dikarin behsa rizgarkirina jinan ji tundiyê bikin.

Em tundiya li dijî jinan red dikin, bi taybet li herêmên Sûriyê yên ku ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve hatine dagirkirin. Divê hemû cureyên tundiyê, hovîtiyê mîna destavêtin, kuştin, revandin û koçberkirinê werin rawestandin.

Em banga hesabxwestinê ji kujerên çalakvan û siyasetmedarên jin dikin, weke çalakvana siyasî Hevrîn Xelef, Zehra Berkel û Hind û Seda, siyasetmedar Deniz Poyraz û gelek jinên ku deng û serê xwe li hember zilm, binpêkirin û dagirkeriyê hildan.

Em hewl didin guhertineke mezin di tevna civakî de û awayên beşdarbûnê di hemû aliyên şoreşa jinan de çêkin. Divê jin li ser asta herêmê, Rojhilata Navîn û cîhanê bi giştî roleke pêşeng bilîzin. Da ku guhertinê pêk bîne ku jiyaneke wekhev û civakeke ekolojîk a siyasî, demokratîk û azad misoger dike."

(bx)

ANHA