Rojnewsê banga eşkerekirina aqûbeta nûçegihanên xwe kir

Edîtoriya beşa Soranî ya Rojnewsê Şna Fayêq bang kir ku aqûbeta her du nûçegihanên ajansê Berhem Letîf û Birwa Eshed were eşkerekirin. Her wiha piştrast kir ku desthilatdarên Başûrê Kurdistanê bi zanabûn ajansa wan dikin hedef.

Rojnewsê banga eşkerekirina aqûbeta nûçegihanên xwe kir
25 mijdar, 2021   10:27
NAVENDA NÛÇEYAN - EKREM BEREKAT

Ajansa Rojnewsê ragihand ku di dema şopandina xwepêşendanên xwendekaran de ku duh li Silêmaniyê li dar ketin, têkiliya wan bi nûçegihanên wan Berhem Letîf û Birwa Eshed re qut bûye û wiha dabû zanîn: “Li gorî gelek şahidan, ew ji aliyên hêzên ewlehiyê ve hatine girtin, lê nehatiya piştrastkirin bê kî ne.”

Edîtoriya beşa soranî ya ajansa Rojnewsê Şna Fayêq ji ajansa me re axivî û diyar kir ku Berhem Letîf û Birwa Eshed ji bo ragihandina rastiyê çûn cihê xwepêşendana xwendekaran û wiha domand: “Li wir, gule li xwepêşandêr û nûçegihanan hatin reşandin.”

Şna Fayêq destnîşan kir ku li gorî agahiyên ji hinek çalakvanan bi dest xistine, piştî demeke kin ji avêtina guleyan, gelek kes hatine girtin û wiha pê de çû: “Piştî van bûyeran têkiliya me bi nûçegihanan re qut bû û em nizanin ka ji aliyê desthilatdaran ve hatine girtin an na.”

Şna wiha domand: “Me xwe gihand Asayîşa Silêmaniyê da ku em hîn bibin ka ew ji aliyê wan ve hatine girtin an na.”

‘GELEK ROJNAMEVAN GIRTIN Û ÎŞKENCE LÊ KIRIN’

Şna ev yek piştrast kir: “Ev ne cara yekemîn e ku nûçegihanên ajansa me tên girtin. Sala borî nûçegihanê ajansa me dema ku bûyerên li Silêmaniyê dişopandin, hate girtin û piştî demekê serbest hate berdan. Desthilatdarên Başûr gelek rojnamevan û nûçegihanên ku di çapemeniya azad de kar dikin; kuştin, îşkence û zordarî lê kirin. Niha jî rêbazên xwe guhertine, ji ber ku fêm kirine ku nikarin çapemeniya azad bê deng bikin. Zêdetirî 80 rojnamevanên di çapemeniya azad de bi armanca vegotina dengê rastiyê û civakê dixebitin.”

Şna destnîşan kir ku desthilata Başûr niha siyaseta girtin û revandina rojnamevanên ku di çapameniya azad de kar dikin, dimeşîne û ev li gotina xwe zêde kir: “Raya giştî ji bûyera Behdînan a ku beriya 2 salan pêk hat, agahdar e ku bi dehan çalakvan û rojnamevan hatin girtin û cezayên demdirêj û neheq li wan hatin birîn.”

‘DESTHILATDARÊN BAŞÛR BI AWAYEKÎ SÎSTEMATÎK AJANSA ME DIKIN HEDEF’

Şna eşkere kir ku desthilatdarên Başûrê Kurdistanê tevî hebûna belgeyên fermî yên ajansê, bi awayekî sîstematîk Rojnewsê dikin hedef û got: “Berhem Letîf û Birwa Eshed peywireke fermî pêk dianî. Heke diyar bû ku ji aliyê desthilatdaran ve hatine girtin, ev yek tê wateya ku desthilatdarên Başûr bi awayekî sîstematîk ajansê dikin hedef.”

Şna Fayêq diyar kir ku rêveberiya Rojnewsê xwe gihand hemû desteyên fermî yên Sendîkaya Rojnamevanan û saziyên ewlehiyê da ku çarenûsa nûçegihanên xwe Berhem Letîf û Birwa Eshed nas bike û got: "Em hêvî dikin ku di zûtirîn demê de çarenûsa nûçegihanên me diyar bibe û eger werin girtin divê sedemên girtinê bêne zelalkirin."

ANHA