'Tevgera El-Şebab' li Mogadîşû êrişeke xwekujî pêk anî; 8 kes hatin kuştin

Îro li paytexta Somalê Mogadîşû li dijî karwanekî girêdayî NY'yê êrişa xwekujî pêk hat, di encamê de herî kêm 8 kes Hatin kuştin. 'Tevgera El-Şebab' a Somalê teqîn girt ser xwe.

'Tevgera El-Şebab' li Mogadîşû êrişeke xwekujî pêk anî; 8 kes hatin kuştin
25 mijdar, 2021   10:54
NAVENDA NÛÇEYAN

Rayedaran û şahidan ji ajansa Reuters`ê re diyar kir ku îro li paytexta Somalê Mogadîşû  'tundrawên îslamî' li dijî karwanekî ewlehiyê yê girêdayî Neteweyên Yekbûyî (NY) bi rêya erebeyek bi teqemeniyan barkirî êrişeke xwekuj pêk anîn û di encamê de herî kêm 8 kes hatin kuştin û 23 kes birîndar bûn.

'Tevgera El-Şebab' a Somalê êriş girt ser xwe.

Heta niha nayê zanîn bê ka endamên NY`yê jî di nava kuştî û birîndaran de hene yan na.

Berdevkê Polîsan Ebdulfetah Hesen ji rojnemevanan re got, “25 kes hatin kuştin di nav de 13 xwendekar in.”

(dm)